‘Tiliya Rêberê me bi xwîn bibe dê cîhan serobino bibe'
‘Tiliya Rêberê me bi xwîn bibe dê cîhan serobino bibe'
‘Tiliya Rêberê me bi xwîn bibe dê cîhan serobino bibe'
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Nisêbînê bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwestin heyeteke doktoran a serbixwe biçe Girava Îmraliyê.
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Nisêbînê ji bo balê bikişînin ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya BDP’ê ya navçeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayika Aştiyê Perîhan Altug xwest demildest heyeteke doktoran a serbixwe biçe Îmraliyê û wiha got: "Tenê çûyîna heyeta doktoran têrê nake. Divê li nexweşxaneyeke baş bê tedawîkirin. Ji 21'ê Adarê vir ve pêvajoyeke nû destpê kiriye, gerîlayan dest bi vekişînê kirine lê li hember vê yekê hukûmetê hîn jî gav neavêtiye. Wek dayikên aştiyê em ê ji bo Rêberê xwe li ser piyan bin. Tiliya Rêberê me bi xwîn bibe wê cîhan serobino bibe. Divê her kes vê baş zanibe. Daxwaza me ew e ku demildest tedawî bibe û serbest bê berdan. Birêz Ocalan Serokê 40 milyon mirovî ye. Divê dewlet demildest gav biavêje. Divê hemû zarokên me yên li girtîgehan serbest bên berdan."