TGC: Divê qedexeya weşanê ya der barê Çewlîkê de bê rakirin

TGC: Divê qedexeya weşanê ya der barê Çewlîkê de bê rakirin

Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) diyar kir ku bila qedexekirina weşanê ya li Çewlîkê piştî ku polîs hatin kuştin kirin pêkanînê rabe. TGC diyar kir ku qedexekirina weşanê mudaxaleya li ser azadiya çapemeniyê ye û sansûr e.

Lijneya Rêveberiya Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê daxuyaniyek da û got: “Tirkiye di rêya ku dibe welatên qedexekirinan de berdewam dike. Herî dawî li Çewlîkê piştî kuştina polîsan der barê nûçeyan de qedexe anî û ev jî tê wateya mudaxalekirina azadiya çepemeniyê û sansûrê.  Qedexeyên ji bo nûçeyên teqîna Reyhaniyê, tapeyên Sûriyeyê, rawestandina TIR’ên aîdî MÎT’ê yên li Edene û Hatayê û nelêrêtiya 17’ê Kanûnê de li welat bûye wek rêbazekê.

Qedexekirina weşanê tu pirsgirêkên welatê me çareser nekiriye û wê neke jî.  Bi qurtasî di vê demê de qedexekirina weşanê tê wateya dûrketina ji civaka demokratîk. Çêkirina van nûçeyan divê ji aliyê dewletê ve bên kontrolkirin.

Ev biryar li dijî hiqûq û qanûnê ye û divê bê rakirin.”