Texrîbkirina gorên gerîlayan li Geverê hat şermezarkirin
Texrîbkirina gorên gerîlayan li Geverê hat şermezarkirin
Texrîbkirina gorên gerîlayan li Geverê hat şermezarkirin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê texrîbkirina gorên aîdî gerîlayên HPG’ê bi girseyî hat şermezarkirin.
Gorên aîdî gerîlayên HPG’ê yên li Taxa Orman a navçeya Geverê ya Colemêrgê duh bi şev ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ku hatin texrîbkirin, bi meşeke tevlîbûna hezaran kesan hat şermezarkirin.
Di nav wan de hevserokên Meclîsa Civaka Demokratîk a Geverê Vahît Şahînoglu, Nazfe Evîn, Serokê Rêxistina DBP’ê ya Geverê Fîkret Turgut û rêveberên MEYADER jî ku hebûn bi hezaran kes li ber Terqarê ya Girtîgeha Kevin kom bûn, ber bi goristana hatiye texrîbkirin meşiyan. Di meşê de pankarta, 'An Kobanê an mirin, şer şer şer' hat vekirin, alên PKK û HPG’ê hatin hildan û dirûşmayên, "Bijî Serok Apo" û " Şehîd namirin" hatin gotin.
Li ser goristana hatiye texrîbkirin destpêkê deqeyek rêz hat girtin. Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Geverê Vahît Şahînoglu di axaftina xwe ya li vir de got, "Şehîd xeta sor a gelê Kurd in. Hin kesên provokator û şer dixwazin êrîşî van nirxên me yên pîroz kirine.”
Piştî Şahînoglu Serokê Rêxistina DBP’ê ya Geverê Fîkret Turgut ê daxuyaniya çapemeniyê xwend got ku êrîşê bi tundî şermezar dikin û wiha dewam kir, “Divê her kes hesasiyetên gel li ber çavan bigire û li gor wê tevbigere.”
