Tevna endamên Nûsra ya li Asarlikê kifş dibe
Tevna endamên Nûsra ya li Asarlikê kifş dibe
Tevna endamên Nûsra ya li Asarlikê kifş dibe
Li bajarokê Îzmîr Asarlikê, der heqê xebatên cemaata ku ciwanên Kurd bi rêya ol dixapîne û dişîne refên El Nûsra yên li Sûriyê ji bo li dijî YPG'ê şer bikin, agahiyên nû derketin holê. Şêniyekî taxê yê bi navê A.D. ji ANF'ê re axivî û kesên beşdarî karên cemaatê dibin, kifş kir.
Kesê bi navê A.D. ku demeke salên dirêje bajarokê Asarlikê dijî û dibêje "Eger ez navê xwe eşkere bikim, wê min bikujin" da xuyakirin ku bang li wî jî kirin, lê wî qebûl nekiriye. A.D. diyar kir ku ew nav û têkiliyên wan dizane û ji gelek xebatên wan re şahidî kiriye.
A.D. diyar kir ku baregeha xebatên wan taxa Çinarli ye û anî ziman ku yek ji serkêşên vê organîzasyonê kesê bi navê Abdulkadîr Kabak (60) e. A.D. da xuyakirin ku Kadak li taxa Golcukê rûdinê û kar bi rêve dibe.
A.D. ragihand ku kesên bi navê Ercan Kinaci û Servet Erol jî ji taxa Çinarliyê bi awayekî çalak tevlî kar dibin û diyar kir ku Ercan Kinaci karê lojîstîkê, Servet Erol jî li karê şandina mirovan dinêre. A.D. destnîşan kir ku birayê Servet Erol ê bi navê Bûrhan jî çûye Sûriyê û vegeriyaye.
A.D. anî ziman ku kesê bi navê Adem Avci yê li aliyê Eskî Asarlikê rûdinê jî karê kûryetiyê dike û got, "Adem berî 15 rojan pismamê xwe Aydin Avci bir Sûriyê û Aydin çend roj berê vegeriya. Adem hînê venegeriyaye, timî diçe û tê."
A.D. ragihand ku kurê Şaredarê berê yê Asarlikê yê AKP'yî Alaatîn Aksak jî bi awayekî aktîf vî karî dimeşîne.
MALBATA ERCAN KINACI PEYIVÎ
Piştî malbatên Mûrat Kolçak û Mesût Guçlu yên ji aliyê cemaatê ve şandin Sûriyê, axivî bûn û vê carê jî malbata Ercan Kinaci (40) yê di nava karên cemaatê de aktîf cih digire, ji ANF'ê re peyivî.
Kekê Ercan Kinaci Bayram Kinaci (44) da xuyakirin ku birayê wî yek ji xebatkarên aktîf ên cemaata li Asarlikê ye û anî ziman ku ew malbateke welatparêz in, lê birayê wî ji aliyê organîzasyonek ji cemaat, MÎT û Emniyeta Menemenê ve hatiye xapandin.
Kinaci ragihand ku birayê wî di nava karên cemaatê de niha aktîf e û anî ziman ku birayê wî beriya niha ji bo El Nûsra lojîstîk digir Sûriyê û got, "Niha jî vî karî dewam dike û em nikarin pêşî lê bigirin."
Kinaci ragihand ku bi şoreşa li Rojavayê Kurdistanê re, cemaata li Asarlikê giranî daye xebatên peydakirina çekdaran li dijî YPG'ê şer bikin û diyar kir ku bi taybetî jî di vî karê xwe de zarokên malbatên welatparêz ên Kurd hedef digirin. Kinaci da xuyakirin ku divê êdî hikûmet dawî li vî karî bîne û anî ziman ku Kurd bi Kurdan didin kuştin û ev şerê diqewime jî ti eleqeya xwe bi dîn û îmanê re tineye.
Kinaci got, "Li ser navê dîn şandina zarokên me ji bo kuştina birayên xwe, ne li gorî exlaq ne jî li gorî wicdan e."
Bayram Kinaci herî dawî ragihand ku birazekî wî yê naxwaze navê wî eşkere bike jî şandine û weke malbat ew ji Hatayê vegerandine. Kinaci herî dawî bang li raya giştî kir û got, "Li Asarlikê ciwanên Kurd di bin gefa cemaatê de ne. Divê êdî dawî li vî karî bê anîn."