Tevlîbûnên nava refên YPG’ê zêde dibin
Tevlîbûnên nava refên YPG’ê zêde dibin
Tevlîbûnên nava refên YPG’ê zêde dibin
Piştî êrîşên komên çete ên Eniya El-Nusra û Dewleta Îslamî ya Îraq û Bilad El-Şam li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê, gelek ciwan serî li navendên YPG᾿ê didin û tevlî dibin.
Piştî êrîşên komên çete li gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê gelek ciwanên rojava tevlî nava refên YPG᾿ê dibin. Bajarê Tirbespiyê jî wekî hemû bajarên din ên rojava hejmara ciwanên ku tevlî nava refên YPG᾿ê dibin û dixwazin herêmên rojava ji êrîşên komên El-Nusra û Dewleta Îraq û Bîlad El-Şama biparêzin rojana zêdetir dibin.
Yek ji ciwanê Kurd ku nû tevlî nava refên YPG᾿ê bûye Civan Hesenê ku ji ber rewşa şer a li Paytexta Sûriyeyê Şamê vegeriyaye Rojavayê Kurdistanê û ji ber êrîşan serî li navenda YPG᾿ê ya li Tirbespiyê daye û tevlî nava refên YPG᾿ê bûye. Hesen diyar kir ku, li ser ekranên televzyonê bûyerên li Rojavayê Kurdistanê dişopand û dîtiye ku çawa ciwanên Kurd di nava YPG᾿ê de ji bo parastina welatê xwe şer dikin û jiyana xwe jidest didin û got: “Ez ji vê yekê pir bandor bûm û min bilez serî li navenda YPG᾿ê da û ez tevlî bûn.᾿̓
Li aliyê din jî gelek ciwanên ku piştî êrîşên dawî tevlî YPG᾿ê bûne diyarkirin ku ew amadene biçin qadên şer û parastina hemû herêmên rojava bikin.