Tevî qanûnên şerîetê jî li Îranê vexwarina alkolê di asta rekorê de ye
Li gorî lêkolîna komîsyonek ser bi Wezareta Ewlekariya Civakî û Xebatê ya Îranê, tevî qedexe û pêkanînan jî, vexwarina alkolê li welêt gelekî zêde bûye.

Rayedarê wezaretê Rûzbah Kardûmî ji ajansa nûçeyan ÎSNA re axivî û anî ziman ku li welêt vexwarina giştî ya alkolê salane gihaştiye 60 mîlyon lîtreyî. Lê belê ev rêje bi tenê ji aliyê meqamên fermî ve hatiye tespîtkirin.
Kardûnî ragihand ku vexwarina alkolê rewşeke 'nebaş û krîzê' derdixîne holê û hişyarî da ku divê ji bo pêşîgirtina li vexwarina alkolê tedbîr werin stendin.
Li Îran a ku bi qanûnên şerîetê tê bi rê ve birin, li kesên ku alkolê vedixwin re cezayekî giran ê pereyan tê birîn. Eger ev yek were dubarekirin hîngê cezayê lêdana bi qemçiyê tê birîn. Li gorî daxuyaniya wezaretê, qanûnên heyî ji bo pêşîgirtina li vexwarin û firotina alkolê bigire, têrê nakin.