Tevî kêmbûna buhayê petrolê jî, Rûsyayê di hilberînê de rekor şikand
Hilberîna petrolê ya Rûsyayê, ku bi krîza aboriyê dest bi sala 2015'an kir, tevî kêmbûna buhayê wê jî, rekora 25 salên dawî şikand.
Hilberîna petrolê ya Rûsyayê, ku bi krîza aboriyê dest bi sala 2015'an kir, tevî kêmbûna buhayê wê jî, rekora 25 salên dawî şikand.
Hilberîna petrolê ya Rûsyayê, ku bi krîza aboriyê dest bi sala 2015'an kir, tevî kêmbûna buhayê wê jî, rekora 25 salên dawî şikand.
Li gorî agahiyên ji aliyê Wezareta Enerjiyê ya Rûsyayê ve hatin dayîn, tevî kêmbûna buhayê petrolê jî, hilberîna petrolê ya li welêt zêde dibe. Di sala 2015'an de bi hilberîna 10 mîlyon 730 hezar warîlên rojane re salê 530 mîlyon ton warîl dihat hilberîn. Ev hilberîn di meha Mijdarê rojane gihaşt 10 mîlyon 780 hezar, di meha Kanûnê de jî gihaşt 10 mîlyon 830 hezar warîlî.
Hilberîna petrolê ya Rûsyayê di sala 2014'an de rojane 10 mîlyon 580 hezar warîl bû. Bi vî rengî hilberîna petrolê, piştî sala 1991'ê dema ji hev belavbûna Yekîtiya Sowyetan û vir ve derket asta herî bilind.
Li gorî texmîna pisporan, wê polîtîkaya teşwîqê ya hilberîna petrolê li Rûsyayê di sala 2016'an de jî bidome û ev yek wê zextê li buhayê petrolê bike. Wezareta Enerjiyê ragihand, ku şîrketên biçûk û di asta navîn de mezin, ji lêçûnên hilberînê sûd wergirtin û hîn bêhtir petrol hilberandin.
Hilberîna petrolê ya şîrketên sereke yên hilberîna petrolê Rosneft û Lûkoîl jî li gorî sala 2014'an di asteke sivik de kêm bû.
Buhayê petrolê daketiye buhayê herî kêm ê 11 salên dawî. Tê zanîn ku sedema vê yekê jî, hilberîna petrolê ya ji daxwza bazarê zêdetir e. Kêmbûna buhayê petrolê di sala 2015'an de gihaştibû rêjeya ji sedî 70.
Ji bo buha ji nû ve zêde bibe, Rêxistina Welatên Hilberîna Petrolê (OPEC) zexta kêmkirina hilberînê kiribû, lê belê vê yekê ti encam bi xwe re neanîbû.
Li Rûsyayê ku aboriya wê li ser hilberîna petrol û gazê ye, hilberîna petrolê sala 2008'an ne di nav de, ji sala 1998'an û vir ve zêde dibe.