'Tevgera leşkerî di asta ku zirarê bide pêvajoyê de ye'
'Tevgera leşkerî di asta ku zirarê bide pêvajoyê de ye'
'Tevgera leşkerî di asta ku zirarê bide pêvajoyê de ye'
Însiyatîfa Gel a Colemêrgê bi daxuyaniyekê balkişand ser tevgera leşkerî ya li Colemêrg û Başûrê Kurdistanê û wiha got: “ Tevgera leşkerî gehiştiye wê astê ku zererê bide pêvajoyê. Dê sibê bi armanca şermezarkirina tevgera leşkerî ya li Geverê bi daxuyaniyekê şermezar bikin.”
Di destpêka sala 2013’an de li Çelê, Şemzînan, Geverê, Rûbarkê û Başûrê Kurdistanê bi cihkirina leşker li sînor zêde dibe, avakirina qereqolên nû, avakirina nokteyên lêgerînê li herêmê û pêkanîna ambargoya balkêşe.
Însiyatîfa Gel a Colemêrgê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku, li Colemêrg û herêmê tevgera leşkerî û leşker tên bi cihkirin û ev yek jî gehiştiye wê astê ku zererê bide ‘pêvajoya çareseriyê.’
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di dema ku hevdîtin li Enqere,Qendîl û Îmraliyê berdewam dikirin bi taybetî jî li herêma Colemêrgê bênavber tevgera leşkerî berdewam dike. Li herêmên ku serweriya HPG’ê lê hebû yên wek Doskî, Oremar û Rûbarokê qereqolên nû hatine avakirin, leşker tên bi cihkirin, çekên giran tên danîn û ji Wanê heya sinorê herêma Federal a Kurdistanê bi dehan noqteyên lêgerînê hatine avakirin ev yek jî zererê dide pêvajoyê. Li herêmê tevgera Balefir, Heron û Helîkopteran jî berdewam dik, her wiha zêdebûna tevgera leşkerî û operasyonan radixe liberçavan. Herî dawî ev bi rojane Oremar tê bombekirin û ev hemû tiştên ku rû didin li dijî aştiyê ye ev yek rastiya şer dide nîşakirin. Encama vê yekê ji bo ku bikevin pêşiya destkeftiyên gelê Kurd tevgera leşkerî çêdibe û em dibêjîn ev yek jî zererê dide pêvajoya çareseriyê. Divê demildest tevgera leşkerî ya ku li herêmê çêdibe bi dawî bibe û ger ku hikûmeta AKP’ê tevgera leşkerî li herêmê bi dawî bike wê demê dê samîmiyeta xweya ji bo pêvajoya çareseriyê nîşan bide.”
Însiyatîfa Gel a Colemêrgê destnîşt kir ku, em bawer dikin ku dê gelê Kurd pêvajoya berxwedana demokratîk bi serkeftî bi rêve bibe û bang li gelê Colemêrgê kir ku li hemberî polîtîkayên leşkerî baldarbin û bang li gel kir ku, bertekên xwe bi derketina qadan nîşan bidin. Her wiha hat zanîn ku, bi armanca şermezarkirina tevgera leşkerî dê li Geverê meş pêk bê. Meş dê sibê di seet 14:00’an de li ber avahiya BDP’yê ya navçeyê destpê bike û heya girtîgeha berê bi dawî bibe.