Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê hat ragihandin
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê hat ragihandin
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê hat ragihandin
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, ku li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistane kongreya xwe ya destpêkê civand, damezrandina xwe bi civîneke çapemeniyê ragihand.
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ku ev du sal in amadekariyên wê tên kirin, di 17'ê Cotmehê de bi beşdariya 150 delegeyan, li bajarê Silêmaniye kongreya xwe lidar xistibû. Di kongreya bi dirûşma "Ji bo takekesê azad civaka demokratîk" hat lidarxistin de, Şîlan Şakir û mihemed Ebdûllah ji bo hevserokatiya tevgerê û 15 kes jî ji bo konseya rêveber hatin hilbijartin.
Hevserok Şakir û Ebdûllah îro bi civîneke çapemeniyê ya li Silêmaniyê re, damezrandina Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ragihandin. Di civîna ku gelek rewşenbîr û rojnamevan lê amade bûn de, danezana damezrandinê ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê hat xwendin.
Hevserok Mihemed Ebdûllah da xuyakirin ku ew ê di çarçoveya projeya "neteweya demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bixebitin û got, "Em ê ji bo pêkhatina aştiyeke mayînde li çar parçeyên Kurdistanê, bikevin nava hewldanan."
Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Ebdûllah diyar kir ku ji bo kombûna Kongreya Neteweyî ya Kurd jî ew ê bixebitin.