Tevahiya wekîlên HDP'yî wê îro li ser sînor bin
Tevahiya wekîlên HDP'yî wê îro li ser sînor bin
Tevahiya wekîlên HDP'yî wê îro li ser sînor bin
Hevserokên KCD, HDP û DBP'ê, wê çalakgerên li ser sînorê Kobanê yên li gel zexta polîs û leşkerên Tirk sînor naterikînin, ziyaret bikin.
Li gel êrîşên çeteyan û berxwedana YPG/YPJ û gelê Kobanê ya ji 15'ê Îlonê û vir ve bi dijwarî dewam dike, nobeda li ser sînor a Kurdên li Bakurê Kurdistanê dewam dike.
Çalakiya "Li dijî çeteyan nobeda li ser sînorê Kobanê" ya ku Kurdistaniyên ji Bakur li dijî êrîşên çeteyan di 17'ê Îlonê de dan destpêkirin, tevî ku leşker û polîsan gelek caran êrîş kirin jî, roj bi roj mezin dibe. Çalakiya nobedê ya li gundên Elîzêr, Dewşen, Bethê, Qop, Etmanek, Boydê û Swêdê yên Pirsûsê ku li rojhilatê Kobanê ne, li gel xweranegirtina leşkeran jî her dewam e.
Çalakgerên li gundê Etmanekê duh danê nîvro xwestin cejna Kobaniyên derbasî Bakur bûne pîroz bikin, lê belê rastî êrîşê hatin û êrîş heta danê êvarê gihaşt Dewşenê. Leşkerên ku bi gazê gundên Etmanek û Dewşenê fetisandin, mînîbuseke Şaredariya Nisêbînê û wesayîta kesekî ji Pirsûsê bi bombeyên gazê şewitandin.
Her wiha li 2 gundan 5 kes ji ber bombeyên gazê birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin.
Tevî van hemû zor û zehmetiyan jî mirovan sînor neterikandin û bi şev nobeda xwe dewam kirin. Li hemû gundan çalakiya nobedê ya li ser sînor bi biryardarî dewam dike.
Li aliyê din Hevserokên KCD, HDP, DBP û hemû parlamenterên HDP'ê yên îro bên navçeya Riha Pirsûsê, piştî avahiya DBP'ê ya navçeyê wê jin, zarok û extiyarên ji Kobanê ziyaret bikin û dûre li gundê Bethê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.