TEV-DEM û Yekitiya Star hişyarî dan
TEV-DEM û Yekitiya Star hişyarî dan
TEV-DEM û Yekitiya Star hişyarî dan
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) diyar kir ku êrîşên Girê Spî (Til Ebyed) bi piştgiriya hêzên derve pêk hatiye û da zanîn ku dijîtiya gelê kurd xizmeta Şoreşa Sûriyê nake û wek berdewama siyaseta Baas beramberî kurdan binav kir. Kordînasyona Yekîtiya Star jî bang li hemû hêzên netewî yên kurd kir ku li dijî van êrîşan berpirsyariyên xwe pêk bînin.
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê êrîşên Girê Spî (Til Ebyed) de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê kurd li Girê Spî (Til Ebyed) rastî êrîşên nijatperestî yên çeteyên Cebhet El-Nusra tên. Di daxuyaniyê de bang li hemû mirovahiyê û raya giştî hate kirin ku piştgiriya gelê kurd ê mazlûm bikin, her wiha bang li hemû hêzên demokratîk hate kirin ku beramberî van êrîşan bê deng nemînin û bang li gelê Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhate, tevgerên siyasî û civakî hate kirin ku hêza xwe beramberî van êrîşan bikin yek.
Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku, kiryarên nijatperest ên li dijî gelê kurd tên meşandin berdewama siyasetên nijatperest a rêjîma Baas ku li dijî gelê kurd dihat meşandin e.
Di daxuyaniyê de mudaxeleya hêzên derve hate şermezar kirin û ev tişt hate gotin: ‘’Em mudaxeleya hêzên derve ku li pişt van êrîşên qirêjin şermezar dikin û em dibêjin ku dijîtiya gelê kurd dê bi tu awayî xizmeta Şoreşa li Sûriyê nake û wê kelema herî mezin dijî biratiya gelan û yekîtiya Sûriyê be.’’
Di dawiya daxuyaniyê de kesên ku li pişt van êrîşan disekinin hatin hişyarkirin û wiha hate gotin: ‘’Em hêzên ku li pişt van êrîşan in hişyar dikin û em ji wan re dibêjin gelê me û YPG dê bi hişyarî li pêşiya êrîşan bigrin û herêmê ji êrîşan biparêzin û hêzên dijber têk biçin.᾿̓
YEKITIYA STAR: DIVÊ PARIYÊN KURD XWEDÎ LI BERPIRSYARIYÊN XWE YÊN DÎROKÎ DERKEVIN
Kordînasyona Yekîtiya Star daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de berxwedana YPG’ê û YPJ’ê ya li Serêkaniyê û Çilaxa li dijî çekdarên Cebhet El-Nusta tê meşandin, silavkir û hate gotin ku Yekîtiya Star dê bi hemû hêza xwe piştgiriya hêzên YPG᾿ê û YPJ᾿ê yên ku bajar û gundên Rojava diparêzin, bike.
Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di dema gelê kurd salvegera Şoreşa 19᾿ê Tîrmehê pîroz dikir, komên çekdar ên Cebhet El-Nusra bi armanca dagirkirinê li Serêkaniyê û Çilaxa êrîşî gelê kurd kirin û xwestin îradeya gelê kurd têk bibin.
Kordînasyona Yekîtiya Star di daxuyaniya xwe de da zanîn ku berxwedana YPG᾿ê û YPJ᾿ê rê li ber van êrîşan girt û komên çekdar ji Serêkaniyê derxist û êrîşên li ser Çilaxa bêbandor kirin. Di daxuyaniyê de berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê hate silavkirin û ev tişt hate gotin: ‘’Em berxwedana dîrokî ku hate dayîn silavdikin û em soz didin ku em ê li ser riya şehîdan bimeşin û bi hemû hêza xwe ji bo parastina herêmên xwe li dijî komên çekdar têbikoşin.’’
Di daxuyaniyê de bang li hêz û rêxistinên kurd hate kirin ku li gorî berpirsyariyên xwe yên dîrokî tevbigerin û piştgiriya hêzên YPG᾿ê bikin, her wiha bang li hemû hêzên demokratîk û netewên din hate kirin da ku li kêleka gelê kurd bibin yek û li dijî êrîşên komên çekdar derkevin.