TEV-DEM: Êrîşên li Qamişlo berdewama êrîşên li Şêxmeqsûdê ne
TEV-DEM: Êrîşên li Qamişlo berdewama êrîşên li Şêxmeqsûdê ne
TEV-DEM: Êrîşên li Qamişlo berdewama êrîşên li Şêxmeqsûdê ne
TEV-DEM’ê êrîşa ku duh êvarê li Qamişlo ji aliyê hêzên rejîma Sûriyeyê ve li dijî yekîneya YPG’ê hatibû pêkanîn û di encamê de 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn, wekî “berdewama êrîşên rejîmê yên li Şêxmeqsûd û li ser gelên Sûriyeyê” nirxand û rejîma Sûriyeyê hişar kir.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê hate bibîrxistin ku li bajarê Helebê û herî dawî duh bişev li bajarê Qamişlo hêzên rejîma Baasê êrîşî gelê Kurd kiriye û êrîş hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku TEV-DEM êrîşên hêzên rêjîma Sûriyeyê ya li Qamişlo wekî berdewama êrîşên ser Şêxmeqsûd û hemû gelên Sûriyeyê dibîne û wiha hat gotin: “Her wiha em êrîşên li dijî YPG’ê wekî êrîşên li dijî hebûna gelê kurd ê li Rojavayê Kurdistanê dibînin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rejîma Sûriyeyê şevê din li Qamişlo êrîşî yekîneya YPG’ê ya ji karê xwe vedigeriya kiriye, di encamê de 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane û yek jî bi giranî birîndar bûye û wiha hat gotin: “Ev êrîş nîşan didin ku rêjîma Sûriyryê dest ji siyaseta xwe ya înkar û tunekirinê bernedaye. Her wiha rêjîma Baasê hebûna nasnameya siyasî, çandî û civakî ya Kurd û gelên Sûriyeyê qebûl nake.’’
Di daxuyaniyê de bal kişand ku pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêbazên leşkerî û ewlekarî çareser nabin û hate diyarkirin ku êdî pêdiviya Sûriyeyê bi çareseriya siyasî û aştiyane heye.
Di daxuyaniyê de bang li gelê Rojavayê Kurdistanê hate kirin ku li dora YPG’ê bibin yek û xwedî li şervanên YPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane derkevin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê TEV-DEM têkoşîna xwe bidomîne ev tişt hatin gotin: “Em soz didin gelên Kurdistanê ku em ê bibin vîna wan a rewa û ji bo xweseriya demokratîk bêrawestan têbikoşin.”