TEV-DEM’ê rizgarkirina Serêkaniyê pîroz kir
TEV-DEM’ê rizgarkirina Serêkaniyê pîroz kir
TEV-DEM’ê rizgarkirina Serêkaniyê pîroz kir
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) rizgarkirina bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji komên çete pîroz kir û berxwedana gel û YPG’ê silav kir.
TEV-DEM’ê bi daxuyaniyek nivîskî rizgarkirina bajarê Serêkaniyê pîroz kir û li hemberî êrîşên komên çete yên girêdayî El-Qaîdeyê ku li Serêkaniyê, Tiltemir û Çelaxa pêk hatin, berxwedana gel û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) silav kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, bajarê Serêkaniyê piştî agirbestek dualî ya 5 mehan, dîsa rastî êrîşên komên çete hatiye û wiha hat gotin: “Piştî alozî û berxwedaneke mezin bajar duh ji aliyê hêzên YPG’ê ve ji komên çete hate rizgarkirin. Di heman demê de Tiltemir, Tirbespiyê û herêma Çelaxa rastî êrîşên komên çete hatiye û YPG’ê li van herêman jî berxwedanek bêhempa nîşan daye.”
Di daxuyaniyê de rizgarkirina Serêkaniyê hate pîrozkirin û berxwendana hêzên YPG’ê û gel hate silav kirin. Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, ev serkeftin cihê şanazî û serbilindiyê ye û ev bang li ciwan û hemû derdoran hate kirin: “Em bang li ciwanan dikin ku tevlî refên YPG’ê bibin û herêmên xwe biparêzin. Em ji gelê xwe jî dixwazin ku bi hemû sazî, partî û rêxistinên xwe ve piştgiriya YPG’ê bikin.”