Tê gotin li DYA ji ber enfeksiyona bakteriyekê 18 kes mirine

Li eyaleta Wîsconsîn a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), tê gotin enfeksiyona Elîzabethkîngîa bûye sedema mirina herî kêm 18 kesan.

Li eyaleta Wîsconsîn a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), tê gotin enfeksiyona Elîzabethkîngîa bûye sedema mirina herî kêm 18 kesan.

Daîreya Tenduristiyê ya Eyaletê daxuyaniyek da û diyar kir, 44 kes bi enfeksiyona ji ber bakteriya bi navê Elîzabethkîngîa anophelîs ketine. Li gorî qenala Fox News 6, ji van mirovan 18 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Tê gotin, ev kesên han, ji meha Mijdarê ve bi nexweşiya şewbê ketine, lê nayê zanîn çiqas ji van bi tenê ji ber vê bakteriyê jiyana xwe ji dest dane. Ji ber ku mirovên bi nexweşiyê ketine bi giranî zêdeyî 65 salî ne û berê bi nexweşiyên giran ketine, asta enfeksiyonê nehatiye tespîtkirin.

Her wiha sedema rûdana vê enfeksiyonê jî bi temamî nehat tespîtkirin. Tê texmînkirin ku ev enfeksiyon li eyaletên din belav nebûye.

Enfeksiyona Elîzabethkîngîa, ku ji aliyê bakterîologa Amerîkî Elîzabeth Kîng ve di sal a1959'an de hat dîtin, tê texmînkirin li DYA salane 500 mirov pê dikevin. Mirovên bi vê şewbê dikevin, canê wan disincire û bi hêsanî nikarin bêhnê bistînin.