Tabûreke xweparastina cewherî li Efrînê hate ragihadin
Tabûreke xweparastina cewherî li Efrînê hate ragihadin
Tabûreke xweparastina cewherî li Efrînê hate ragihadin
Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê tabûrek herêmî bi navê Şehîd Cemal ku ji 250 endaman pêk tê û di bin sîwana hêzên YPG’ê de ye, bi merasîmekê hate ragihandin.
Di çarçoveya xebatên xweparastinê de û li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo “Xwe li gorî rewşên şer birêxistin bikin” li parka Rêber APO ya li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê tabûrek bi merasîmekê hate ragihandin.
Di merasîmê de endamên Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û bi sedan şêniyên taxê amade bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê Meclîsa Leşkerî ya girêdayî hêzên YPG’ê ya Herêma Efrînê Sîdar Efrîn der barê rewşa leşkerî ya dawî li herêmên Rojava û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyan de axivî. Sîdar Efrîn got ku armanc ji êrîşên çeteyan qirkirina gelên Rojavayê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê hemû welatî xwe di aliyê xweparastinê de ji hemû rewşên awarte re amade bikin.
Sîdar Efrîn di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana rûmetê ya gelê Kobanê û şervanên YPG’ê û got ku şervanên YPG’ê li herêma Kobanê bûn mînaka fedekariyê û berxwedanê di hemû cîhanê de û bûn sembola xweseriya azad.
Piştre tabûra Şehîd Cemal ku ji 250 endaman pêk tê bi awayekî fermî hate ragihandin. Beşdarê merasîmê dirûşmeyên dilsoziya bi cangoriyan re û silavkirina berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bilind kirin. Her wiha serhildana gelê Bakurê Kurdistanê jî silav kirin.