Tabura Oramarê ev sê roj e Îlîkiya, Çarçela û Avaşîn bombebaran dike

Tabura Oramarê ev sê roj e Îlîkiya, Çarçela û Avaşîn bombebaran dike

Tabura Oramarê ev sê roj e herêma Îlîkaya, Çarçela û Avaşîn bombebaran dike.

Tabura Oramarê ya girêdayî Gever a Colemêrgê ev sê roj e herêma Îlîkaya, Çarçela û Avaşîn bombeberan dike.  Hate diyarkirin ku qereqola Tela ji bo tabura Rahmo, Ştazîn, Oremar û Kamişli sewqiyata leşkerî û cebilxane kiriye. Hate hînbûn ku welatiyên li herêmê jî ji ber bombebaranê sewalên xwe girtine û ji herêmê derketine.

Li navenda bajar polîsan tedbîrên mezin girtin û ji derdorên bajar jî wesayîtên zirxî û polîs anîn. Li navçeyê her diçe hejmara tîmên taybet û wesayîtên zirxî zêde dibin.

Hat diyarkirin di saetên şevê de li Taxa Esentepe, Orman û Yenîmahalle û rêya Kurukoy kemîn hatiye danîn û ev sê roj e jî li xeta sînor a Şemzînan-Gever û Kurdistana Federal, Çelê, herêma Dostkî, Şehîdan, Çarçela, Çiyayê Îkîyaka, Avaşîn, Çiyayê Mor, Çiyayê  Îspîrîz tevgera heronan heye.