"Tabletên Aramî" ya Seyid Oktay derket

"Tabletên Aramî" ya Seyid Oktay derket

Pirtûka bi navê Tabletên Aramî (Desteya Leheng) a Seyid Oktay ê zêdeyî 20 sal in di girtîgehê de ye, ji Weşanên Ar'ê derket.

Piştûka Oktay ku bi vegotina çîrokî balê dikşîne, ji 11 beşan pêk tê. Di Tabletên Aramî de tehma destanê jî tê dayîn û di bin sernavê Bihuşt, Kehanet, Eşq, Dawet, Nûçegihan, Ejder, Xezeb, Deng, Nîşane, Vekişîn û Qeder, cih ji "tabletan" re tê veqetîn.

Di pirtûka xwe de Oktay dibêje "Heta ku zimanê min bilêv kir, min hewl da "qedera" vê axê şîrove bikim." Oktay Tabletên Aramî yadî dê û bavê xwe yê di temenê biçûk de wenda kiribû, dike.

Xwediyê Weşanên Ar Mevlut Aykoç da xuyakirin ku ew bi giranî pirtûkên bi Kurdî diweşînin û Tabletên Aramî jî yek ji çend pirtûkên ku bi Tirkî hatine weşandin e.

SEYID OKTAY KIYE?

Di sala 1973'an de li Dihê hat dinyayê. Hîndekariya xwe li Wanê temam kir. Di salên 90 de ket bin bandora atmosfera siyasî û di sala 1993'an de ji doza PKK'ê hat girtin û piştî darizandina 9 salan, cezayê muebbetê lê hat birrîn. Oktay, li girtîgehên Amed, Dîlok, Mûş û Umraniyê ma.

Oktay di beşên cûda yên çîrok, helbest, ceribandin û destanwarî de xebatên cihê meşand û weke têgihiştina wêjeyî jî gotina Kafka "Nivîsandin weke îbadetê ye" dipejirîne.

Oktay herî dawî ji Girtîgeha Tîpa T ya Umraniyê, bêyî daxwaza wî sirgunî Girtîgeha Tîpa E ya Umraniyê hat kirin.