Swîsre di bicihanîna kota li ser welatiyên YE de bi biryar e

Dema qanûnî ya ji bo pêkanîna referandûma li ser bisînorkirina hejmara xebatkarên ji welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) tên, ku di Sibata 2014'an de hat qebûlkirin, kêm ma ye.

Dema qanûnî ya ji bo pêkanîna referandûma li ser bisînorkirina hejmara xebatkarên ji welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) tên, ku di Sibata 2014'an de hat qebûlkirin, kêm ma ye. Tevî hemû îtirazên YE û pirsgirêkên aboriyê yên Swîsreyê jî, rêveberiya Swîsreyê bi biryar e ku referandûmê pêk bîne.

Referandûma bi navê 'Pêşîgirtina li Koçberiya Komî' ya ji aliyê Partiya Gel a Swîsreyê (SVP) a bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya li biyaniyan tê naskirin ve hat birêxistinkirin, di 9'ê Sibata 2014'an de hatibû qebûlkirin. Piştî referandûmê, herî dereng heta sala 2017'an divê Swîsre ji bo xebatkarên ji welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) tên, salane kota bê destnîşankirin.

Der barê kotayê de, hikûmet û parlamenta Swîsreyê li ser formûleke ku Komîsyona Yekîtiya Ewropa jî bipejirîne dixebite. Partiya rastgir a tund SVP bi israr dixwaze ku sînorê hejmara herî zêde 40 hezar be.

Serokkomara Swîsreyê Sîmonetta Sommarûga li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku eger ew bi Komîsyona Yekîtiya Ewropayê re li hev nekin, wê hikûmeta Swîsre bi awayekî yekalî kotayê diyar bike. Sommarûga da xuyakirin ku wê pêşnûme qanûna li ser mijarê heta meha Adarê pêşkêşî Parlamentê were kirin û destnîşan kir ku tevî helwesta Komîsyona Yekîtiya Ewropayê jî ew di kotayê de bi 'biryar'in.

Ji ber referandûma di Sibata 2014'an de hat qebûlkirin, welatiyên Yekîtiya Ewropayê ji bo ji sala 2017'an û pê ve li Swîsreyê bijîn, divê destûra mayînê werbigirin. Ev rewş li dijî peymanên gera serbest û mafê mayînê yên di navbera Yekîtiya Ewropa û Swîsreyê ye. Komîsyona Yekîtiya Ewropa li dij derdikeve ku peymanên heyî ji nû ve bên nirxandin.

Nifûsa Swîsreyê 8 mîlyon e û çar yek ji parên vê nifûsê, biyanî ye. Her sal, piraniya wan ji welatên Yekîtiya Ewropayê bi deh hezaran kes koçî vî welatî dikin. Her wiha bi qasî 300 hezar kesên li welatên cîran Fransa, Elmanya, Îtalya û Awûstûryayê, rojane tên Swîsreyê ji bo bixebitin. Ji van bi qasî 160 hezar Fransayî ne.