Swêd ji bo pêşî li hatina penaberan bigire, seferên trenan kêm dike

Di nava welatên Ewropayê de, piştî Elmanyayê îsal penaberan herî zêde berê xwe dan Swêdê. Swêd ji bo pêşî li vê pêla penaberan bigire, seferên trenan ên ji Danîmarka û Elmanyayê kêm dike.

Di nava welatên Ewropayê de, piştî Elmanyayê îsal penaberan herî zêde berê xwe dan Swêdê. Swêd ji bo pêşî li vê pêla penaberan bigire, seferên trenan ên ji Danîmarka û Elmanyayê kêm dike.

Şîrketa Skanetrafîken a seferên trenê yên herêmî li Swêdê dike, ragihand ku trenên Oresûnd ên seferên dîrekt di navbera Kopenhagen û Malmo de dikin, wê ji 4'ê Çileyê û pê ve êdî yekser neyên kirin, bi awayekî guhertina trenan bê kirin. Li gorî vê yekê, li şûna seferên trenê yên li paytexta Danîmarka Kopenhagê destpê bike, wê ji Balafirgeha Kastrûp ku rawestgeha dawî ya li ser sînor re rabe û biçe Malmo.

Bi vî rengî wê rêwiyên ji Kopenhagenê diçin Malmo neçar bimînin ku li Kastrûpê trenê biguherîne û gelek caran dereng bimînin.

Yek ji tedbîrên Swêdê yên ji bo pêşîgirtina li hatina penaberan, roja Duşemê hatibû aşkerakirin. Şîrketa SJ dabû xuyakirin ku seferên trena bi lez a di navbera Stockholm û Kopenhagenê de hatine sekinandin.

Şîrketê diyar kiribû, ku wezîfedarên seferên trenê, 'wextê xwe yê ji bo kontrolkirina sînor' nîne.

Tê payîn ku hejmara penaberên xwe li Swêdê digirin, heta dawiya vê salê bigihêje 190 hezarî. Swêd, piştî Elmanyayê weke welatê duyemîn ê penaber berê xwe didê, derdikeve pêş. Di çarçoveya tedbîrên hikûmetê de di tren, otobus û keştiyên ji Danîmarka û Elmanyayê bi rê dikevin de, kontrolên dijwar tên kirin.