SV-Newroz Hîldesheîm bû şampîyon

SV-Newroz Hîldesheîm bû şampîyon

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanya  taximê  futbolê SV-Newroz ê di lîga amator de dilîze di sezona duyemîn de beyî tu maçan wenda bike derbasî ligeke jortir bû. 

SV-Newroz ku di lîsa amator a "3. Kreîsklasse" dilîze xwedî 77 puanan bû. Di maça dawî de ji ber taximê SV RW Ahrbergen II nehat maçê yekser 5-0 serketî hat qebûlkirin. 

Piştî zelalkirina şampiyonayê her du taximên  SV-Newroz di navbera xwe de lîstin û serketina xwe pîroz kirin. Di pîrozbahiya ku Kurdistanî û dostên wan ên li  Hîldesheîmê dijîn tevlîbûn de Hesen Firat û Memo Kazan li ser dikê cihê xwe girtin.  Di pîrozbahiyê de li ber muzîkê  govend hat girtin û bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo” pîrozbahî bi dawî bû. 

Lîstikvanên di taximê SV-Newroz de cih digirin û golên avêtine wiha ne; Yılmaz Umur 24 gol, Savaş Zumrut 22 gol, Serhat Kaplan 16 gol, Îmam Kocademîr 14 gol, Mesut Bînîncî 13 gol, Metîn Okucu 4 gol, Şeyhmus Nerguz 3 gol, Servet Zumrut 3 gol, Cengîz Durak 2 gol, Cîhan Zumrut 2 gol, Tekîn Kaplan 2 gol, Memedo Tunç 1 gol, Bilal Tunç 1 gol.