Sosyalîstan silav li Şoreşa Rojava kirin
Sosyalîstan silav li Şoreşa Rojava kirin
Sosyalîstan silav li Şoreşa Rojava kirin
Partiyên Sosyalîst ên li Tirkiyê dan xuyakirin ku ew piştgiriyê didin Şoreşa Rojava û ji ber desteka ji çeteyan re li hemberî hikûmeta AKP'ê nerazîbûn nîşan dan.
Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Seroka Giştî ya ESP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevserokê ODP'ê Alper Taş, Şoreşa Rojava ji ANF'ê re nirxandin...
GURKAN: NE DI GOTINÊ DE DIVÊ DI PRATÎKÊ DE EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN ROJAVA
Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan da xuyakirin ku ew piştgiriyê didin hewldana gelê Kurd a li Rojava ji bo avakirina pêşeroja xwe û got, "Rewşa li Rojava deng vedide, di heman demê de wê bandoreke erênî li avabûna Sûriyeya demokratîk bike. Tevgerên gel ên demokrasiyê bînin Sûriyê, hînê ji rojava avabûnê û pê ve li destwerdanên emperyalîstan û Tirkiyê rast hatin." Gurkan diyar kir ku AKP piştgiriyê dide çeteyên El Nûsra û wan sor dike. Gurkan anî ziman ku gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna avakirina pêşeroja xwe didin û destnîşan kir ku divê rewşa erênî ya li Rojava ji bo gelên Tirkiyê mîna gefê neyê dîtin. Gurkan got, "Em şaş dibînin, ku ev yek ji bo gelên Tirkiyê weke gefê bê dîtin. Gelê Kurd parçeyek ji wê axê ye. Rayedarên Rojava gelek caran dan xuyakirin ku ew ne li hemberî gelên Tirkiyê ye, berovacî daxuyaniyên dostane dan. Em dikarin vê bi hêsanî bêjîn; Yên ku pêşeroja Tirkiyê di demokratîkbûyînê de dibînin; di maf û azadiyan de dibîne divê piştgiriyê bidin mirovên ji bo pêşeroja xwe li Sûriyê têdikoşin. Vê yekê ne bi gotinan, bi pratîkê bikin."
'BILA AKP DEST JI DESTEKKIRINA ÇETEYAN BERDE'
Gurkan da xuyakirin ku gelê Rojava bi gefa çeteyên çekdar ên hêzên emperyalîst piştgiriyê didin wan re rû bi rû ye û got, "Ji bo hikûmeta Tirk dest ji vê piştgirîdayinê berde, divê li Tirkiyê tevneke têkoşînê bê danîn. Pêwîste nêrîna dijminatî ya Tirkiyê, were şikandin. Bi wê derê diyalog û hevdîtin werin kirin."
Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan diyar kir ku şoreşa li Rojava bi pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê re nikare cûda bê nirxandin û got, "Pêwîste axa Kurdan weke Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiye bê dîtin. Pêşketinek li yek ji van deveran, yekser bandorê li yên din dike."
TAŞ: ME DÎT KU HELWESTA KURDAN RAST E
Hevserokê Partiya Piştgirî û Azadiyê (ODP) Alper Taş, der heqê pêşketinên li Rojava got, "Pêşketinên li Sûriyê derketin holê nîşan dan ku helwesta tevgera Kurd çiqasî rast û mafdar e. Bi pêşketinên îro re piştrast bû ku xeta serbixwe rast e."
Taş da xuaykirin ku polîtîkayên AKP'ê yên li ser Sûriyê şaş in û got, "Hikûmeta AKP'ê siyaseta kûrkirina şerê navxweyî afirand; Xwe sipart siyaseta mezhebî û xwest dedorên nêzî xeta wê ye bibin deshilatdar. Lê belê ev siyaset ne li Sûriyê ne jî l Misrê bersiv nedît. Dest ji mûxalefeta Sûriyê werda, komên mîna El Nûsra derxist pêş û rewş veguherand şerê navxweyî. Di ware maddî û manewî de destek da tevgerên Îslamperestên siyasî ku mijar veguherandin şerê navxweyî."
'MÛXALEFETA LI SÛRIYÊ, BERSIVA XWE YA CIVAKÎ DI NAVA TEVGERA KURD DE DÎT'
Taş ev nirxandin kir: "Em di wê baweriyê de ne ku xeta demokratîk, xeta serbixwe ya Kurdan li Rojava nîşan dan, wê hem Sûriyê hem jî Rojhilata Navîn demokratîk bike. Em dibînin ku mûxalefeta pêşverû, bersiva xwe ya civakî di nava tevgera Kurd de dîtin. Ji xwe di roja îro de, demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn yekser bi pêşeroja Kurdan ve girêdayî ye. Kurd jî hewl didin welatên lê dijîn demokratîk bikin."
Taş got, "Şoreşa Rojava, rêveberiya xwe bi xwe ya gelekî ye. Em dibêjin demokrasî ev bi xwe ye, divê ji vê rewşê neyê tirsîn. Bi dîtina me ev deskevtiyeke girîng e. Divê li ser Rojava bê rawestîn. Banga me ev e; Gelek, bi taybetî di konjoktura şer de xwe birêxistin dike, pêş ve dixe. Hûnê li derdora xwe gotinên demokrasiyê bînin ziman, lê li dijî bingeha rastî ya demokrasiyê ku li ber serê we bi pêş dikeve, derkevin. Ev nakokiye."
'POLÎTÎKAYA ŞAŞ A TIRKIYÊ, WÊ RÊ Lİ BER ŞERÊ HERÊMÎ YÊ KURDA VEKE'
Hevserokê ODP'ê Alper Taş bang li hikûmeta AKP'ê kir û xwest, xwe ji vê pozîsyona şerê navxweyî kûr dike, rizgar bike. Taş got, "Divê ji şoreşa gelê Rojava re hurmet bê nîşandan. Kûrkirina şerê navxweyî, wê Tirkiyê hilweşîne. Me ev yek li Reyhanli dîtin. Her weha divê êdî were dîtin ku pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Tirkiyê ye. Çareseriya pirsgirêka Kurd, bi dijmindîtina Kurdên li Rojava re nabe. Di rewşeke berovacî de wê şer ji sînorê Tirkiyê belav bibe û bibe şerekî herêmî yê Kurdan."
YUKSEKDAG: ŞOREŞA ROJAVA BINDESTAN NÊZÎ DESHILATDARIYÊ DIKE
Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Fîgen Yalçindag, Şoreşa Rojava weke şoreşa demokratîk a netewî bi nav kir û got; "Li Rojhilata Navîn, bi Rojava re deshilatdariyeke alternatîf a li dijî hêzên dîktatoryan ên paşverû, derket holê. Bi şoreşa Rojava de derdorên bindest ên ku ti carî nêzî deshilatdariyê nebûn, nêz bûn. Di serî de jin, hemû beşên civakê, pêkhateyên netewî û bawerî, di nava xwe de vehewandiye."
Yuksekdag da xuyakirin ku ya li Rojava tê jiyîn di heman demê de şoreşa jinê ye û destnîşan kir ku pêvajoyeke siyasî ya jin pê re azad dibe, dimeşe. Yuksekdag ragihand ku bêyî cihêkarî bê kirin Ereb, Ermenî Suryanî û hemû pêkhateyên din xwe di nava rêveberiya Rojava de dibînin û got, "Rojava, di sedsala 21'an de bûye stêrka têkoşîna azadiya gelan a dibiriqe. Em Şoreşa Rojava ji bo gelên Rojhilata Navîn wek deskevtiyekê dibînin."
'MÎNA KU JI FÎLÎSTÎNÊ RE PIŞTGIRÎ TÊ DAYÎN...'
Yuksekdag hikûmeta AKP'ê rexne kir ku ji ber piştgiriyê dide çeteyan. Yuksekdag banga destekdayîna bi Rojava re kir û got, "Divê hemû derdorên çep, sosyalîst û demokratîk Rojava baş fêm bikin. Ne tenê fêm bike, pê re bibe yek. Tevgerên sosyalîst ên li Tirkiyê, hestiyarî û berpirsyariya ji bo Fîlîstînê nîşan didin, divê ji bo Rojava jî nîşan bidin. Li Fîlîstînê şoreş, têkoşîna bindestan bû; ev ronahî li Rojava jî weke rastiyeke rojane, şewq dide."