Şoreşa Rojava li Ûkraynayê hat silavkirin
Şoreşa Rojava li Ûkraynayê hat silavkirin
Şoreşa Rojava li Ûkraynayê hat silavkirin
1. salvegera şoreşa Rojavayêr Kurdistanê, li bajarê Ûkrayna Odessayê bi civînekê hat silavkirin.
Kurdistaniyên li bajarê Ûkrayna Odessayê dijîn, bi armanca pîrozkirin û piştgirîdayîna şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê, li navenda ciwanan civînek lidar xistin. Di civînê de, li gel ciwanên Kurd rêxistinên ciwanan ên xwedîcihî û nûnerê PYD'ê yê Odessayê Mehmûd Abdî amade bûn. Abdî, di axaftina xwe ya li vê derê de, asta heyî ya şoreşa Rojava bi beşdaran re parve kir.
Abdî ragihand ku şoreşa Rojava bandorê li tevahiya Kurdistanê dike û destnîşan kir ku divê gelê Kurd berpirsyariyên xwe yên li pêşberî têkoşîna xwe ya mafdar bicih bîne.
Nûnerê PYD'ê Abdî di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya aştî û demokatîkbûyînê a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û diyar kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê bi rêve biçe, divê rayedarên Tirk heyekte doktorên serbixwe yên pispor bişînin Îmraliyê, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di muayeneke berfireh de derbas bike. Abdî her weha destnîşan kir ku pêwîste dewleta Tirk bi gavên pratîkî jî lezê bide pêvajoyê.
Di civînê de her weha bang li tevahiya gelê Kurd hat kirin ku bi awayekî çalak beşdarî kampanya alîkariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin, bibin.