'Şoreşa Rojava li ser xeta Rêbertiyê ava bû'

'Şoreşa Rojava li ser xeta Rêbertiyê ava bû'

Gerîlayên HPG'ê diyar kirin ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya li Rojavayê Kurdistanê li ser keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava bûye û ji bo her çar parçeyên Kurdistanê deskevtiyeke mezin e.

Di salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê de, gerîllayên HPG’ê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji ANF'ê re axivîn. Gerîllayan dan xuyakirin ku ev şoreş, ji bo her parçeyên Kurdistanê deskevtiyeke mezin e

Gerîllayê bi navê Kerîm Efrîn ê ji Rojavayê Kurdistanê bajarê Efrînê da zanîn ku, Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye. Efrîn weha peyivî: "Li qada Rojavayê Kurdistanê, Rêbertî demeke dirêj ma. Li wê derê kedeke mezin a Rêbertiyê heye.  Bingeha ku Rêbertî li wir daye avakirin, bû sedem ku gelê li Rojavayê Kurdistanê ji şoreke bi vî awayî re amade be. Vê şoreşê di nava me gerîla de rê li ber kelecan û coşê vekir. Di heman demê de, pergala dijmin derizand. Vê şoreşê da îspatkirin ku êdî ti kes nikare mafê kurdan yê jiyanê talan bike û ji nedîtî ve bê.

‘ÊDÎ TI KES NIKARE KURDAN JI NEDÎTÎ VE BÊ'

Sorxwîn Kobanî jî ani ziman ku, weke gerîlayekê wê ji serketin û coşa li Rojavayê Kurdistanê, kelecan û moraleke pir mezin girtiye û got, “Vê şoreşê da nîşandan ku êdî ti kes nikare Kurdan ji nedîtî ve bên. Kurd jî weke her gelekî xwedî mafê jiyînê ye û ji bo mafê jiyan û azadiyê bi dest bixe çi ji dest bê ewê bike û ji mafê xwe yê parastinê venegere.”

Gerîlaya bi navê Sozdar Efrîn jî bilêv kir ku ev xeyalê gelê kurd ê bi salan bû, ku di eksenê parastian cewherî de xwe parast û bû xwedî statu. Efrîn weha dirêjî da axaftina xwe; “Mirov dema meyze dike ev proje projeyên RêberApo bû ku li Rojava bi xwe re şoreşa aniye. Niha projeya Serokatî ya xweseriya gelê kurd bi encam dibe û bi me re jî kelecan û moraleke pir mezin dide avakirin. Weke gerîlayeke ji Rojavayê Kurdistanê, vê yekê bandoreke mezin li me kir. Li wir ti kesî nekarîbû bi zimanê xwe biaxive. Lê di roja me ya îro de bi ziman, çand û adetên xwe perwerde dibînin û dijîn. Ev bi hêsanî çê nebû. Ji ber vê jî bi wate ye û moral dide me. Hêviyên me ji gel, ciwan û jinan, ewe ku xwedî li van nirx û deskevtiyan derbikevin.”

'RÊBERTÎ, EV ŞOREŞ JI BO ME HEMÛ GELAN AVA KIR'

Gerîlayê bi navê Şervan Zinar ku ji bajarê Qamişloyê ye diyar kir ku bingeha şoreşê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye avêtin û got " Bi mayina salên dirêj ên Rêbertiyê, bingeha vê şoreşê hat avakirin. Li Rojhilata Navîn, tevahiya gel rabûn ser piyan û li dijî sîstemên deshilatdar ên mafên gelan qebûl nakin, serî rakirin. Bi destpêkirina şoreşê re diyar bû ku gel ji qonaxeke bi vî rengî ya azadiyê re amade ye û çi pêwîst be, wê bike. Êdî civakên Rojhilata Navîn jî dizanin ku Rêbertiyê ev pêvajo ne tenê ji bo Kurdan, ji bo azadiya tevahiya gelên Rojhilata Navîn daye destpêkirin. Li Rojava, gelê Ereb jî êdî xwe di nava xebatên me de cih digire û çarenûsa xwe ya azadiyê diyar dike.

Şîlan Gabar a ji Kobanî jî da zanîn ku serhildan û berxwedana li Rojava rû daye, hemû li ser keda Rêbertiyê ya bi salan derketine holê û got, "Li Rojava pergaleke ewçend dijwar hebû ku, mafên hemû gelan dihatin binpêkirin. Rêveçûna şoreşa li wê derê, moral û kelecaneke mezin dide me."