Şoreşa Rojava li Êlih û Stenbolê hat silavkirin
Şoreşa Rojava li Êlih û Stenbolê hat silavkirin
Şoreşa Rojava li Êlih û Stenbolê hat silavkirin
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Êlihê ve bi şahiyeke bi heybet hat pîrozkirin. Li Stenbolê jî, di xwarina fitarê ya Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Başakşehîrê de, silav li Şoreşa Rojava hat kirin.
Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Êlihê, bi armanca silavkirina Şoreşa Rojava, li Parka Kî ne Em a taxa Yavûz Selîmê, şahiyek bi heybet lidar xist. Li qada şahiyê pankartên bi nivîsa "Em salvegera Şoreşa Rojava silav dikin", "Bi şiyara Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad, Şoreşa Rojava silav dikin" hatin daliqandin.
Di axaftinên piştî deqeyek rêzgirtinê de hat destnîşankirin ku şoreşa li Rojavayê Kurdistanê di encama têkoşîna 30 salan a gelê Rojava de derketiye holê û ev şoreş diyarî têkoşerên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, hatiye kirin.
Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn encax bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikarin çareser bibin.
Di şahiyê de, gava Koma Girava Rojê ya ser bi Navenda Çanda Biharê berhemên xwe yên bedew pêşkêş dikir, fîşekên hewayî hatin teqandin û ezmanên qada şahiyê rengîn bû.
di şahiyê de Hozan Marûs Alan, Koma Hîvron û Bulent Tûran derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.
Li Stenbolê jî, Rêxistina BDP'ê ya navçeya Başakşehîrê, bi beşdariya sedan welatiyan xwarina fitarê da û Şoreşa Rojava silav kir. Di xwarina li Salona Dawetê ya Fitarê de endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Nîzamettîn Ozturk axaftineke kurt kir û Şoreşa Rojava silav kir.