Sîstanî daxwaza hilbijartinên giştî kir

Lîderê olî yê Şîa Ayetûllah Alî Sîstanî ji bo derketina ji krîzê ya li Iraqê banga hilbijartina giştî kir.

Li Iraqê dema ku ji bo diyarkirina serokwezîrê nû hate destnîşankirin bi dawî bû. Desthilatdariyê sê rojên din da pêşiya xwe.

Ayetûllah Alî Sîstanî ku otorîteya herî bilind a Şîa ye, xwest ku hikumeta nû di demeke kurt de bê avakirin û got, "Divê desteya wezîran ji demê re neyê hiştin. Divê qanûneke nû ya hilbijartinê bê pejirandin, komîsyoneke hilbijartinê ya neparîzan bê wezîfedarkirin û amadekarî ji hilbijartinên giştî re bê kirin."

Heta niha her partiyê endamek ji vê komîsyonê re dişand. Lê belê komîsyon her tim dihate sûcdarkirin ku hîleyan dike.