Şirnex û Nisêbînê 'Şoreşa Rojava' silav kirin
Şirnex û Nisêbînê 'Şoreşa Rojava' silav kirin
Şirnex û Nisêbînê 'Şoreşa Rojava' silav kirin
Yekemîn salvegera Şoreşa Rojava li Şirnex û navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi şahiyan hat pîrozkirin.
Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê bi şiyara 'Em Berxwedana Rojava' silav dikin li Taxa Yeşîlyurt şahî lidarxistin. Nûnerên saziyên civakî, rêveberên BDP'ê û gelek kes tevli şahiyê bûn. Hunermendên Navenda Çanda Cûdî konser dan û welatiyan bi saetan govend gerandin. Her weha girseyê bê navber dirûşmên; 'Bijî Serok Apo', 'Em şoreşa Rojava silav dikin' berz kirin.
Hevserokê rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Katar şoreşa Rojava silav kir û balkişand ser pirsgirêka tenduristiyê ya Ocalan û xwest demildest heyeteke doktoran ya serbixwe biçe Îmraliyê. Şahî heta derengî şevê berdewam kir.
NISÊBÎN
Li Nisêbînê di hewşa Navenda Çand û Hunerê ya Mîtannî ji bo pîrozkirina salvegera şoreşa Rojava şahî hat lidarxistin. Parlamenter Nursel Aydogan, şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, rêvebirên BDP'î, nûnerên saziyên civakî û gelek kes tevlî şahiyê bûn. Şaredar Ayşe Gokkan bertek nîşanî girtina deriyê sînor da û anî ziman ku tu kes nikare deriyê Bakûr û Rojava bigire û ger derî neyên vekirin dê gelê Bakur bê bertek nemînin.
Parlamentera Amedê ya BDP'ê Nursel Aydogan nerazîbûn nîşanî reşkirina PYD û YPG'ê da û got: "Em li vir bangî hikûmeta AKP'ê dikin. Şoreşa Rojava ji wan şoreşên ku hûn dizanin nîne. Ev şoreşa gel e, jin, zarok, hemû kes tevlî şoreşê bûye. Tu hêz nikare vê şoreşa gel têk bibe. Divê AKP dev ji dijminahiya kurdan berde." Piştre peyama Ocalan hat xwendin, girseyê 'Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav' û 'Bijî Serok Apo' berz kirin. Hunermendê Rojava Ridvan Derîk û koma Sorxwîn ya Navenda Çandê ya Mem û Zîn ya Cizîrê derketin ser dikê. Li ser navê Însiyatîfa Gel ya Nisêbînê komek ciwan bi meşaleyan hatin qadê.