Şîlî dixwaze rêjeya belavkirina CO2 kêm bike
Şîlî biryar da ku heta sala 2030'î, rêjeya belavkirina CO2 di asta ji sedî 30 de kêm bike.
Şîlî biryar da ku heta sala 2030'î, rêjeya belavkirina CO2 di asta ji sedî 30 de kêm bike.
Şîlî biryar da ku heta sala 2030'î, rêjeya belavkirina CO2 di asta ji sedî 30 de kêm bike.
Şîlî ku yek ji welatên sereke ye guhetina avhewayê herî zêde bandorê lê dike, ragihand ku ew ê heta sala 2030'î rêjeya belavkirina CO2 ji sedî 30 kêm bike.
Wezîrê Hawirdorê yê Şîlî Pablo Bedenîer di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku eger alîkariya aborî ji welatê wan re bê dayîn, ew dikarin vê rêjeyê derxînin asta ji sedî 45'an.
Bi taybetî, bi çandinî û rehabîlîtekirina qada daristanî ya ji 100 hezar hektarî re wê belavkirina 600 hezar ton CO2, ji sala 2030 û pê ve kêm bibe.
Şîlî angaje bû ku li herêman qada daristanî ya ji 100 hezar hektarî çêbike.
Li gorî vê bernameya Şîlî wê heta sala 2018'an lêçûnên elektrîkê kêm bibin. Her wiha ji sedî 20 ê enerjiyê jî wê ji enerjiya xwe nû dike be. Tê payîn ku heta sala 2025'an bikaranîna enerjiyê ji sedî 20'an kêm bike.
Şîlî her wiha plan dike ku ji sala 2017'an li ser belavkirina CO2 bacê ferz bike.
Wezîrê Hawirdorê yê Şîlî xwest, ku ji aliyê polîtîk ve bicihanîna biryarên li Parîsê werin wergirtin, bibe neçariyek.