Şewitandina daristanên Rojhilatê Kurdistanê ‌didome

Şewitandina daristanên Rojhilatê Kurdistanê ‌didome

Ev demeke şewata daristanên Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin, şeva borî jîngeh û daristanên gundên Wesne û Giwêzekiwêre jî hatin şewitandin.

Daristanên Rojhilatê Kurdistanê ku ev demeke têne şewitandin, li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, duh danê sibê daristanên 2 gundên Rojhilatê Kurdistanê ên bi navê Wesne û Giwêzekiwêre şewitandine. Beriya vê jî 28 caran daristanên Merîwanê hatine şewitandin.

Hêjayî gotinêye ku, ev çend rojin, hinek kes yan kesên nasnameya wan nediyar agir bi daristan û jîngehên Rojhilatê Kurdistanê dixin.