Şewata li Girtîgeha Riha hat vemirandin
Şewata li Girtîgeha Riha hat vemirandin
Şewata li Girtîgeha Riha hat vemirandin
Li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Riha agirê ku ji ber girtiyê 18 salî yê bi navê Îbrahîm B. doşek şewitandin derket hat vemirandin.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, Îbrahîm B. ê 18 salî yê duh hat tehliyekirin û ji ber der barê wî de biryara girtinê hebû piştî wê bi rojekê dîsa hat girtin, agir berda doşekan û ji ber vê ku agir mezin bû hat vemirandin.
Îbrahîm B. yê ji dûmanê bandor bû ku rakirin nexweşxaneyê, Serdozgerê Komarê Mehmet Ademoglu têkildarî bûyerê daxuyanî da rojnamevanan. Serdozger Ademoglu, da xuyakirin ku li girtîgehê her tişt di kontrolê de ye û got, "Em bi taybetî mijarê ji raya giştî re aşkera dikin da ku her kes rehet be. Karê girtîgehê berdewam e. Niha tiştekî ku mirov zêde mezin bike nîn e. Tu eleqeta bûyera heyî bi îsyanê re nîn e."
Sala borî di 16’ê Hezîranê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Rihayê de di qawîşa C-15 a girtî û hukumxwarin edlî têde diman ku dihat îdiakirin ji ber pevçûna cih agir derketiye derketiye 13 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Piştî vê bûyerê bi 2 rojan di 18’ê Hezîranê de di agirê ku di qawîşa zarokan de hatibû derxistin de 48 kes ji dûmanê bandor bibûn.