Şervanên YPJ û YPG’ê ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxirkirin
Şervanên YPJ û YPG’ê ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxirkirin
Şervanên YPJ û YPG’ê ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxirkirin
Şervana YPJ’ê Xanim Daban û şervanên YPG’ê Îdrîs Ahmed û Mihemed Mistefa ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan li Pirsûsê bi merasîmeke hezaran kes tevlî bûn hatin defnkirin.
Şervanên YPJ û YPG’ê yên di berxwedana Kobanê ya dijî çeteyên DAIŞ ku ket di roja 36’emîn de jiyana xwe ji dest dan, li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin defnkirin. Cenazeyên şervana YGJ’ê Xanim Daban û şervanên YPG’ê Îdrîs Ahmed û Mihemed Mistefa yên piştî karê otopsi yê li Saziya Tipa Edlî ya Rihayê anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, li morgê ji aliyê hezaran kesî ve hatin wergirtin. Darbesta şervana YPJ’ê Daban a bi alên KCK’ê pêçayî jinan danî ser milên xwe, cenazeyên 3 şervanan bi dirûşmayên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ”, “Bijî berxwedana Kobanê” û Bijî Serok Apo” ber bi goristana navçeyê ve birin. Hevseroka Meclîsa Gelê Kobanê Ayşe Efendî û parlamenterên HDP’ê Ayla Akad Ata, Halîl Aksoy, Faysal Sariyildiz û Îbrahîm Bînîcî ku tevlî meşê bûn, dema cenaze anîn goristanê piştî pêkanîna wecîbeyên olî hatin defnkirin.
Di merasîmê de Eyşê Efendî ku axivî diyar kir di berxwedana Kobanê de 4 parçeyên Kurdistanê bûn yek û wiha dewam kir: “Me bi xwîna zarokên xwe sînor rakirin. Me şehîdên Kobanê li Pirsûs, şehîdên Bakur jî li Kobanê defnkirin.” Efendî li tevahî ciwanan ku bang kir got: “Em bibin leşkerên gel û xaka xwe. Wê serkeftin bibe ya gelê Kurd. Silav ji bo Rêber Apo.”
Piştre Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayla Akad Ata ku axivî, wiha got: “Jinên YPJ’yî di rojeva dinyayê de ne. Li hemberî çeteyên DAIŞ ku dewletan nikarîbûn xwe bigirin, jinên Kurd bi berxwedana xwe ji bo çeteyan dersa pêwîst dan.”
Axaftin ku bi merasîmê dawî bûn, şervanên YPG û YPJ’ê bi darbestên wan re hatin defnkirin, dema Kobanê ji çeteyan hat paqijkirin wê bibin Kobanê û li wir tevî darbestên wan bên defnkirin.



