Şervanên YPJ'ê ji aliyê jinan ve hatin oxirkirin
Şervanên YPJ'ê ji aliyê jinan ve hatin oxirkirin
Şervanên YPJ'ê ji aliyê jinan ve hatin oxirkirin
Cenazeyên 4 şervanên YPJ'ê yên di berxwedana li Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê hatin wergirtin û bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî, li Pirsûsê hatin veşartin.
Cenazeyên şervanên YPJ'ê Bêkar Mistefa Mihemmed, Sorgul Ezîd Apî (Mîdiya Elî), Viyan Ehmed û Mizgîn Ehmed (Mizgîn Gulbahçe) ên di şerê li Kobanê yê di navbera hêzên YPJ/YPG û çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, piştî ku ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê hatin wergirtin, birin Pirsûsê.
Di merasîma cenazeyê şervanên YPJ'ê de ku darbesta wan bi alên YPJ û PKK'ê hatin xemilandin, bi hezaran kes amade bûn. Jinan darbestên YPJ'yiyan hilgirtin ser milê xwe û birin goristana navçeteyê. Di merasîma cenaze de bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana YPJ’ê”, “Bijî berxwedana YPG” , “YPG lêxe û serê DAIŞ erdêxe” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn. Di merasîma cenaze de her wiha zarokên Kobanê bi alên PKK'ê li refên herî pêş cih girtin.
Cenazeyên şervanên YPJ'ê li goristana navçeyê bi dirûşma "Bijî Bûka Kurdistanê", "Bijî Bûkên Kurdistanê" hatin veşartin.