Şervanên YPG û YPJ’ê yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

Şervanên YPG û YPJ’ê yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

Li Erdîşê ji bo şervana YPJ'ê Şukran Bakan (Ronahî Rojhat) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest konê sersaxiyê hat vedan. Ji bo şervanê YPG'ê Ahmet Yilmaz (Rêber Dîzê) li gundê Dîzê konê sersaxiyê hat vedan.

WAN

Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bênavber didome. Şervana YPJ'ê Şukran Bakan (Ronahî Rojhat) ku di şerê li hemberî çeteyan de jiyana xwe ji dest dabû û li Erganisa Erdîşa Wanê bi girseyî hatibû definkirin. Ji bo şervana YPJ'ê Bakan li Egnisê konê sersaxiyê hat vedan. Konê sersaxiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyê Bakan û alên PKK, KCK û YPJ'ê hat xemilandin. Di nava wan de Hevşaredarên Erdîşê, rêveber û endamên MEYADER, TUHAD-DER û DBP'ê jî hebûn bi sedan welatî bi dirûşmayên "Şehîd namirin", "Ey şehîd rêya te rêya me ye" û "Bijî berxwedana YPJ'ê" çûn konê sersaxiyê.

Di serdanê de ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyeke rêz hat girtin. Li ser navê girseyê Hevserokê MEYADER'ê Abîdîn Çagan axivî û ev tişt anî ziman: "Gelê Kurd li Kobanê têkoşîna herî mezin dimeşîne. Divê gelê Kurd jî vê berxwedanê bi coşeke mezin pêşwazî bike."

Piştî axaftinê ji malbata Bakan sersaxî hat xwestin.

COLEMÊRG

Şervanê YPG'ê Ahmet Yilmaz (Rêber Dîzê) ku di şerê li hemberî çeteyan de 15'ê Cotmehê jiyana xwe ji dest da, bi pêşengiya MEYADER'ê li gundê Dîzê ya Colemêrgê konê sersaxiyê hat vedan. Konê sersaxiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyê Yilmaz û alên PKK, KCK û YPJ'ê hat xemilandin. Tevî baranê jî di nava wan de Hevserokên Meclîsa Bajar a Colemêrgê Perîhan Karaman, Kazim Kurt, Hevşaredarê Colemêrgê Nurullah Çîftçî, Hevşaredarên Çelê Servet Demîr, Nîhal Durmaz jî hebûn gelek welatî çûn sersaxiya malbata Yilmaz.

Piştî xwendina duayan li ser navê girseyê Hevserokê MEYADER'ê Ramazan Elmas axivî. Almas li ser berxwedana Kobanê rawestiya û wiha axivî: "Lehengên ku di nava vê berxwedanê de cih girtine tu caran ji bîr nabin."

Konê sersaxiyê piştî 3 roj şûnde wê were rakirin.