Şervanên YPG’ê Soran û Bakur bi tilîliyan spartin axê
Şervanên YPG’ê Soran û Bakur bi tilîliyan spartin axê
Şervanên YPG’ê Soran û Bakur bi tilîliyan spartin axê
Li navçeya Pirsûsa Rihayê, Pirsûsiyan bi dirûşm û tilîliyan şervanên YGP’ê Halîl Soran û Egîd Bakur spartin axê.
Cenazeyên şervanên YPG’ê Xelîl Soran û Egîd Bakur ên di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin wergirtin. Darbesta şervanên Kurd bi alên KCK’ê hatin rapêçandin.
Darbestên şervanên YPG’ê li ser milan hatin hilgirtin û di merasîmê de dirûşmayên “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana YPG’ê”, “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan ji bo faşîstan re goristan qîriyan. Cenazeyên şervanên YPG’ê Soran û Bakur bi tilîlî û dirûşmayan spartin axê.
Nûnerê MEYA-DER’ê Medenî Aktar di merasîma cenaze de axivî û diyar kir ku divê hemû Kurd berjewendiyên xwe yên şexsî li aliyekî deynin û li ser rêya şehîdên azadiyê bimeşin. Merasîma cenaze bi sîrûda “Çerxa Şoreşê” û dirûşmayan bi dawî bû.
BI TABÛTÊ SPARTIN AXÊ
Hejmara şervanên YPG’ê yên ku di encama berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, bi tabûtan spartin axê û wê piştre radestî malbatên wan bên kirin gihişt 27’an. Ji ber wê jî şervanên YPG’ê bi tabûtan ve dispêrin axê.