Şervanên YPG᾿ê Rustem û Rûbar spartin axê
Şervanên YPG᾿ê Rustem û Rûbar spartin axê
Şervanên YPG᾿ê Rustem û Rûbar spartin axê
Cenazeyên şervanên YPG᾿ê Rustem Elî û Rûbar Mihemed Emîn ên ku di pevçûnên li Serêkaniyê de jiyana xwe jidestdabûn, ji aliyê hezaran kesî ve hatin definkirin.
Li Dirbêsiyê duh saet di 17.00᾿an de bi hezaran kes ji bo oxirkirina şervanên YPG᾿ê Rustem Elî û Rûbar Mihemed Emîn ku di pevçûnên li Serêkaniyê di navber şervanên YPG᾿ê û çekarên Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam û Cebhet El-Nusra de jiyana xwe jidest dabûn, li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan hatin cem hev.
Ji vir girseya qerebalix cenazeyên şervanê YPG᾿ê li ser milan kirin û ber bi meydana Şehîdan ve oxirkirin. Girseya gel ku di piraniya kolanên bajêr e geriyan, bê navber siloganên ᾿̓Şehîd Namirin, Bijî Berxwedana YPG᾿ê᾿̓ bê navber berz dikirin. Li meydana Şehîdan merasîm hatin lidarxistin. Merasîm birêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hisên Mihemed axivî û banga yekîtiyê li gelê kurd kir.
Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger jî axaftinek kir û bal kişand ser rewşa rojava û rola YPG᾿ê di parastina destkevtiyên gelê Kurd de. Piştî ku axaftin bi dawî bûn girseyê cenazeyên şervanên YPG᾿ê bi kerwanekî wesayîtan birin goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê û li vir spartin axê.