Şervanên YPG’ê Mutlu û Ekîncî ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin

Şervanên YPG’ê Mutlu û Ekîncî ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin

Cenazeyên şervanên YPG’ê Ridvan Mutlu û Husamettîn Ekîncî bi tevlîbûna hezaran welatiyan bi girseyî hatin veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Ridvan Mutlu (Şevger Licê), piştî karûbarên otopsiyê ji Saziya Tiba Edlî ya Riha hat wergirtin, anîn navçeya Licê ya Amedê. Cenazeyê şervanên YPG’ê ji aliyê bi hezaran welatiyan ve di ketina gundê Koçware bi dirûşmayan hat pêşwazîkirin. Piştî wecîbeyên olî cenaze li goristana gund hat defnkirin.

Di dema defnkirina cenaze de girseyê dirûşmayên, "Wê Kurdistan ji DAIŞ re bibe gor", "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Kobanê" hatin gotin.

Seroka Şaxa Amedê ya MEYA-DER Leyla Ayaz di axaftina xwe ya merasîma cenaze de got, "Em li vir soz didin şehîdan. Têkoşîna ku dane em ê bidin jiyandin.”

Rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Amedê Omer Gulen jî wiha axivî: "Li Kobanê  32 roj in berxwedanek heye. Di vê têkoşînê de hevalên me ne tenê li hember DAIŞ li hember hêzên emperyalîst û kapîtalîst jî şer dikin.”

Bav Kadrî Mutlu jî, got ku ev zilm qebûl nekirine û qebûl nakin. Welatî paşê bi girseyî çûn ziyareta konê teziyeyê yê li gund.

AKAT: CIWANÊN KURD JI BO KURDISTANEKE AZAD ŞER DIKIN

Cenazayê şervanê YPG’ê Husamettîn Ekîncî (Bahoz) ê di şerê li hember çeteyên DAIŞ jiyana xwe ji dest da tevî baranê jî di ketina navçeya Misirc de ji aliye bi sedan kesên ku di nav wan de Parlamentera Êlihê ya HDP’ê Ayla Akat Ata, rêveberên DBP û HDP’ê, hevşaredar, Dayikên Aştiyê, endamên MEYA-DER, TUHAD-DER, MKM, ÎHD, KURDÎ-DER, MAPER, BDO-DER jî hebûn hat pêşwazîkirin.

Cenaze ji vir bi karwanekî bi dehan wesayîtan ber bi gundê Hatrant ê girêdayî navçeya Tillo ya Sêrtê ve hat birêkirin. Cenaze li meydana gund li alên kesk û sor û zer hat pêçandin û piştî wecîbeyên olî yên li mizgeftê li goristana gund hat veşartin.

Di merasîma cenaze de dirûşmayên, "Bijî berxwedana YPG", "Bijî Serok Apo" hatin gotin û girse paşê derbasî cihê taziyeyê bû. Parlamenera Êlihê ya HDP’ê Ayla Akat  Ata di axaftina xwe ya li vir de got, "Ciwanên Kurd li parçeyan ji bo jiyaneke azad, wekhev û demokratîk têkoşînekê pêş dixin. Mînaka vê ya herî xweşik Kobanê ye.”