Şervanên YPG᾿ê Mehmûd û Dilovan spartin axê

Şervanên YPG᾿ê Mehmûd û Dilovan spartin axê

Cenazeyên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mehmûd û Dilovan ku di pevçûnên bi Cebhet El-Nusra re jiyana xwe jidest dabûn, li Goristana Şehîdan a gundê Termik a Kobanê hatin definkirin.

Di pevçûnên YPG᾿ê û Eniya El-Ekrad ên bi çekdarên Eniya El-Nusra û Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam ên El-Qaîda de duh li Til Ebyed rû dan, 2 şervanên YPG᾿ê Mehmûd Berkir Muslim û Dilovan Berces jiyana xwe jidest dan. Cenazeyên Mehmûd û Dilovan ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Şehîdan a gundê Termik a Kobanê hatin definkirin.

Cenazeyên 2 şervanên YPG᾿ê duh ji aliyê hezaran şêniyên Kobanê bi sloganan hatin pêşwazîkirin. Piştre Cenaze birin meydana Nadiyê ya Werzişê ya bajêr. Li vir merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Di merasimê de Hevserokê Meclîsa Gel a Kobanê Ehmed Şêxo, Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Roza Tolhildan axivîn û berxwedana Eniya Eniya El-Ekrad û YPG’ê ya li dijî komên îslamî yên El-Qaîda silavkirin.

Piştî ku axaftin bidawî bûn, cenazeyên şervanên YPG᾿ê Mehmûd Berkir Muslim û Dilovan Berces bi kerwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk dihat û sloganan ber bi Goristana Şehîdan a gundê Termik a Kobanê birêkirin. Li vir hezaran kesî cenazeyên şervanên YPG᾿ê spartin axê.

Şervanên YPG᾿ê Mehmûd Bekir Muslim ji taxa Botan a Kobanê ye û Dilovan Berces ji gundê Şeran a girêdayî Kobanê ye. Duh di pevçûnên li Til Ebyedê yên YPG᾿ê û Eniya Eniya El-Ekrad ku bi çekdarên Eniya El-Nusra û Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam ên El-Qaîda re rû dan jiyana xwe jidest dan.