Şervanên YPG'ê ji aliyê dehhezaran ve hatin oxirkirin

Şervanên YPG'ê ji aliyê dehhezaran ve hatin oxirkirin

Cenazeyên şervanên YPG’ê Şiyar Qamişlo û Delîl Mişel Emîn (Delîl) li bajarê Qamişlo ji aliyê deh hezaran kesan ve bi sloganan hatin veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Şiyar Qamişlo ku li Tiltemir di encama êrîşa komên çete de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê şervanê YPG’ê Delîl Mişe Emin ku di pevçûnên li herêma Çelaxa de jiyana xwe ji dest dabû, saet derdora 17.00’an de ji Mizgefta Qasimo ya li Taxa Xerbî hatin wergirtin. Welatiyên ku ji saetên nîvro ve li ber mizgeftê kom bibûn jî wêneyên şervanên YPG’ê vekirin û dirûşmên “Şehîd namirin” û yên ku dilsoziya bi YPG’ê re tînin ziman berz kirin. Her wiha pankarta, “Gelê Rojava xiyanetê tu caran qebûl nake” hate vekirin.

Herdu cenaze piştre ji aliyê hezaran kesan li ser milan ber bi Goristana Şehîd Delîl Saruxan ve derxistin rê. Di meşê de ji bilî rêveber û endamên partiyên siyasî û saziyên civakî, welatiyên ji Hesekê û Tirbespiyê jî hatibûn cihê xwe girtin.

Li gel germa zêde û rojiyê jî cenaze li ser milan piştî meşeke 4 kîlometre gihandin goristanê. Di meşê de bi tevlîbûna welatiyan a ji derdorê hejmara girseyê gihîşt deh hezaran. Her wiha bi sedan welatî jî bi karwanê wesayîtan li pey meşê heta goristanê çûn. 

Piştî meşê li Goristana Şehîd Delîl Saruxan a li Taxa Meyseliyê merasîm hate lidarxistin. Destpêkê ji aliyê YPG’ê ve merasîma leşkerî hate lidarxistin û piştre axaftin hatin kirin. Di merasîmê de Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mehemed axivî û bal kişand ser armanca êrîşên di demên dawî de li Rojavayê Kurdistanê pêk tê. Sînem Mehemed, bal kişand ku êrîş di rojên salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de pêk hatine û got ku di êrîşan tiliya hinek partiyên kurdî jî heye.

Sînem Mehemed li ser berxwedana YPG’ê jî rawestiya û got; “YPG hêza gel a netewî ye, yên ku baweriya wan bi vê yekê neyê, baweriya wan bi şoreşê û gelê kurd jî nayê. Mehemed, bang li partiyên siyasî jî kir ku li hemberî êrîşan helwesta xwe zelal bikin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mehemed Osman jî axaftinek kir û li ser berxwedana gel rawestiya. Osman, got ku gelê Rojavayê Kurdistanê hêza xwe ya vê berxwedanê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire.

Dayîka şervanê YPG’ê Ezîz Osko ku bi eslê xwe ereb e û wî jî di pevçûna Çelaxa de jiyana xwe ji dest da, Sena jî di merasîmê de axivî û got ku YPG hêzeke netewî ye û hemû gel diparêz e.

Piştî axaftinan cenazeyên herdu şervanên YPG’ê spartin axê.

Ji bo herdu şervanên YPG’ê wê sibe li Taxa Minur Hebîp saet di 10.00’an de konê sersaxiyê bê vedan.