Şervanên YPG’ê dê li Qamişloyê bispêrin axê

Şervanên YPG’ê dê li Qamişloyê bispêrin axê

Navên şervanên YPG’ê yên ku di êrîşa hêzên rejîma Sûriyeyê ya li Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan hatin diyarkirin. Cenazeyên şervanên YPG’ê dê îro li Qamişloyê bi girseyî bispêrin axê.

Fermandariya YPG’ê navên şervanên ku di êrîşa hêzên rejîmê ya şevê din li Qamişlo pêk hat de jiyana xwe ji dest dane aşkera kirin. Li gorî agahiyên ku fermandariyê dane navên 3 şervanên YPG’ê ku di heman demê de endamên Meclîsa Leşkerî ya Qamişlo ne wiha ne: Mazlum Êrîş, Rojvan Efrîn û Cudî Ferhan.

Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê ku di saetên vê êvarê de dema ji karekî xwe yê asayî vedigeriyan rastî êrîşa hêzên rejîmê hatin û jiyana xwe ji dest dan, wê sibe li Qamişlo bêne definkirin. Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê wê sibe ji Mizgefta Qasimo bêne hilgirtin û li Goristana Şehîd Delîl bêne definkirin.

Ji ber cenazeyan, navê meşa înê ku her hefteyê têne lidarxistin jî wekî, “Îna şehîdên Qamişlo û Şêxmeqsûd” hate guhertin. Komîteya amadekar a meşê û merasîma cenazeyan bang li gel kir ku sibe tevlî merasîma cenaze bibin.