Şervanên YPG'ê Dag û Yildirimê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan
Şervanên YPG'ê Dag û Yildirimê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan
Şervanên YPG'ê Dag û Yildirimê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan
Şervanên Kazim Dag yê (Hebûn Serhad) û Behzat Yildirim ku li Kobanê di pevçûnan de birîndar bûn û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Dag piştî otopsiyê dê biçînin Erdîşa Wanê û yê Yildirim jî dê bişînin Xîzan a Bedlîsê.
Behzat Yidirim yê 22 salî û Hebûn Serhad yê 18 salî bi navê Kod Kazim Dag ku li Kobanê di pevçûna bi DAIŞ’ê re birîndarbûn, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan.
Cenazeyê Yildirim birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê û ya Dag jî şandin morga nexweşxaney dewletê ya Pirsûsê. Cenazeyê Dag piştî kar û barê otopsiyê dê bişînin Erdîş a Wanê û ya Yildirim jî dê bişînin Xîzan a Bedlîsê.
Bavê Kazim Dag, Musa Dag diyar kir ku Kurdê wî bo Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye û got riya wî jiya wane û dê tu car dest ji vê rê bernedin. Dag diyar kir ku kurê wî piştî hilbijartinên herêmî di meha Nîsanê de çûye Kobanê.