Şervanên YPG’ê Dag û Yildirim spartin axê
Şervanên YPG’ê Dag û Yildirim spartin axê
Şervanên YPG’ê Dag û Yildirim spartin axê
Cenazeyên şervanên YPG’ê yên ku di berxwedana li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de, birîndar bûn û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dihatin dermankirin, Behzat Yildirim (Kanî Xerzan) û Kazim Dag (Hebûn Serhat) hatin oxirkirin. Cenazeyê Yildirim li Bedlîsê û yê Dag î li navçeya Erdîşa Wanê bi girseyî spartin axê.
YILDIRIM LI BEDLÎSÊ SPARTIN AXÊ
Cenazeyê şervanê YPG’ê Behzat Yildirim (Kanî Xerzan) yê ku di encama berxwedana bêhempa ya YPG/YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, Kobanê birîndar bûn û di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û li nexweşaneyê jiyana xwe ji dest da, piştî kar û barên otopsiyê ji Rihayê anîn warê wî Bedlîsê.
Cenazeyê Yildirim, Goristana Şehîdan a Xerzanê ya li gundê Olek ê Bedlîsê ji aliyê bi hezaran ve spartin axê. Di merasima cenaze de Hevşaredarên Bedlîsê, rêveberênDBP û HDP’ê yên bajar û navçeyan endamên MEYA-DER’ê amade bûn.
Piştî cenazeyê Yildirim spartin axê, Serokê DBP’ya Bedlîsê Mehmet Can Demîr axaftinek kurt kir û diyar kir ku gelê Kurd li Kobanê destana berxwedanê nivîsandiye û got ku serkeftina ya bexwedêran e.
Bavê Yildirim, Halis Yildirim jî got: “Şehîd ne tenê yê min e. Yê hemû gelê Kurd e. Ji bo parastina rûmet, şeref û namûsa me kete ser vê rêyê. Em ser bilind in. Em soz didin ku em ê li têkoşîna ewladê xwe xwedî derbikevin.
DAG, LI ERDÎŞÊ JI ALIYÊ HEZARAN VE HATE OXIRKIRIN
Cenazeyê şervanê YPG’ê Kazim Dag (Hebûn Serhat), ku di encama berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li Kobanê birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jiyana ji dest da, piştî otopsiyê ji Rihayê hate wergirtin û anîn navçeya Erdîşa Wanê.
Ji ber êrîşa polîsên Tirk a li dijî karwanê cenazeyê Dag, karwan bi saetan di rê de ma û piştre gihişt gundê Tewla Dêrê. Cenaze bi tevlîbûna bi hezaran wesayîtan anîn gund. Tevî rêveberên MEYA-DER, rêxistinên bajar û navçeyê yên DBP’ê, Parlementerê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer û Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê jî tevlî merasima cenaze bûn.
Serokê MEYA-DER’a Wanê, Salih Kaplan li goristanê axaftinek kir û diyar kir ku her bedelên tên dayin rêya azadiya gelê Kurd ronîtir dikin. Parlementerê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer jî, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê banga yekitî û hevkariyê li gelê Kurd kir.
Birayê şervanên YPG’ê Kazim Dag, Harun Dag jî diyar kir ku ew bi tu awayî şînê nagirin û wiha got: “Birayê min ji bo parastina rûmet, şeref û hebûna gelê, li dijî çeteyên bê şeref li ber xwe da, şer kir û şehîd bû. Kazim ji îro û pêde ne tenê birayê min e, şehîdê hemû gelê Kurd e."
Pevçûnên di encama êrîşên polîsan a li dijî karwanê cenaze de qewimîn, bi dawî bûn û di bûyeran de çar kes birîndar bûn.




