Şervanên YPG'ê bi pêş ve diçin, moral bilind dibe

Şervanên YPG'ê bi pêş ve diçin, moral bilind dibe

Li Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, li gel derbên şervanên YPG/YPJ'ê yên li çeteyên DAIŞ'ê dixin, gelê Kobanê jî berxwedana xwe dewam dike. Li kolanên Kobanê her ku YPG/YPJ bi pêş ve diçin, moralê gel jî bilind dibe. Li bajarê ku nêzî 10 hezar sivîl lê hene, şervan û Kobaniyî bi moraleke mezin li dijî çeteyan şer dikin.

Li Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, zêdeyî meheke çeteyên DAIŞ'ê yên êrîş dikin, li pêşberî berxwedana YPG/YPJ û gelê Kobanê derban dixwin. Çeteyên ku bi giranî li eniyên rojhilat û başûr êrîş dikin, rastî berxwedan û çalakiyên şervanên YPG/YPJ'ê tên. Şer û pevçûnên duh bi bi şev li rojhilatê Kobanê dijwar bû, dewam dike. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di şerê 24 saetên dawî de 33 çete hatine kuştin, 7 kalaşnîkov, 2 BKC, 1 AKC, 6 bombeyên destan, gelek cebilxane û cenazeyek çeteyan ketin destê hêzên YPG/YPJ'ê. Li her du eniyan şervanên YPG/YPJ'ê her bi pêş ve diçin.

Li gel pêş ve çûna YPG/YPJ'ê, li kolanên Kobanê jî zindîbûn û tevgerek balê dikşîne. Li gel hemû bêderfetiyan jî berxwedana gelê Kobanê dewam dike. Gelek sivîlên li kolanan, ji şervanên YPG/YPJ'ê yên li eniya şer in, alîkariya lojîstîk radigihînin. Li vî bajarê ku di rewşa seferberiyê de ye, Kobaniyî yên karên av, jenerator, tamîra wesayîtan û ewlekariya nava bajêr dikin, tevî rewşa şer û bêderfetiyan jî xwedî moraleke bilind in. Her çend ji ber êrîşên çeteyan ên bi tank, obus û hawanan binesaziya bajêr zerar dîtiye jî, ji bo Kobaniyan ev ne derd e û destnîşan dikin ku ew ê bajarê xwe ji nû ve ava bikin. Yek ji welatiyên Kobanê Salih Mahmûd diyar dike ku divê destpêkê çete ji bajêr bên derxistin û anî ziman ku ew berê xebatkarê çand û hunerê bû, lê belê bi destpêkirina şer re xwestiye rahêje çekê û got, "Hevalan gotin ku ez dikarim wesayîtan tamîr bikim. Em jî li vir tamîra wesayîtan dikin." Şervanê YPG'ê Xebat ê ku her du destê wî tineye lê belê her karî dike, daxwaz û berxwedana wî careke din nîşan dide ku di "demên şoreşgerî" de her kes dikare tiştekî bike.

JI ÛRMIYÊ HETA KOBANÊ…

Li kolanên KObanê şervanên YPG'ê di nava tevgereke mezin de ne. Hin ji şervanên ku bêrawestan dibezin aliyekî, herî kêm çend caran birîndar bûne. Şervanê YPG'ê Rojwan, ku bi destpêkirina berxwedana Kobanê re ji Wanê hat tevlî berxwedanê bû, tevî guleyên li tilî û milê wî ketine jî, li şûna nexweşxaneyê berê xwe dide mewziyên berxwedanê. Rojwan bi rûkenî destnîşan dike ku heta Kobanê bi temamî ji çeteyan paqij bike, ew ê têbikoş e. Şervanê YPG'ê Siyabend ê ji Rojhilatê Kurdistanê bajarê Ûrmiyê hatiye tevlî berxwedanê bûye jî dibêje, "Moralê me gelekî bilind e. Piştî ku min bihîst li Ûrmiyê jî ji bo Kobanê çalakî tê lidarxistin, moralê min gelekî bilind bû. Bila gumana kesî nebe, em ê bi ser bikevin."

Li aliyê din, şervanên Lîwa-î Suwar-i Reqqa yên di navenda operasyona hevpar a bi Burkan El Firat de cih digirin, li cem şervanên YPG/YPJ'ê berxwedana xwe dewam dikin û bi Erebî dibêjin, "Kêfa me li cih e". Yûsif Eto yê piştî tedarikkirina pêwîstiyên xwe li motorsîkletê siwar bû û berê xwe da eniya rojava got, "Xwezî Azraîl cîranê me bûya, lê ev çete ne cîranê me bûna." Hemê Xelo yê 48 salî dikeve navberê û dibêje, "Bila werin, dixwazin 'şehîd' bikevin. Qûdis heye, lê êrîşî Kobanê dikin. Em ê daxwaza wan a 'şehîdbûnê' bicih bînin."

'GELO EM NE SIVÎL BIN, HINGÎ EM ÇI NE?'

Weke bersivek ji gotina "Li Kobanê sivîl nemane" yên berdevkên hikûmeta AKP'ê, li Kobanê dimînin û bi biryardarî gelek caran destnîşan dikin ku ew ê Kobanê neterikînin. Ji sivîlên ji jin, zarok û extiyaran jineke temendirêj neviyên xwe nîşan dide û dibêje, "Bavê van zarokan li eniya şer e. Em ê vê derê neterikînin. Serê me bi berxwedana YPG/YPJ'ê bilind e. Em ê dest ji wan bernedin û neçin." Apekî bi emir ê di rê de derbas dibe dema kamerayan dibîne dibêje, li vir hin zehmetiyên xwarin, vexwarin û tedawiyê heye, lê belê ew ê bajêr neterikînin. Di dewama axaftina xwe de dibêje, "Tirkiye dibêje alîkariyê dide me. Na, ji bilî Kurdên li Tirkiyeyê û Kurdên li Sûriyeyê kesî alîkarî neda me. Tirkiye, ji bo pêşî li alîkariyên ji me re bê şandin bigire, derewan dike û dibêje li Kobanê sivîl nemane. Başe eger em ne sivîl bin, em çi ne?"