Şervanên Kurd li eniya rojhilat bi dilxweşî şer dikin
Şervanên Kurd li eniya rojhilat bi dilxweşî şer dikin
Şervanên Kurd li eniya rojhilat bi dilxweşî şer dikin
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ji 15’ê Îlonê ve li dijî Kobanê destpê kirine, rastî berxwedaneke bêhempa ya şervanên YPG û YPJ’ê tên. Şerê li eniya rojhilat careke din dijwar bû. Li aliyekî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berdewam dikin, li aliyekî din jî şervanên Kurd bi dilxweşî li dijî çeteyan şer dikin û gelê Kobanê kolan bi kolan li ber xwe dide. Şervana YPJ’ê Jiyan dibêje: “Em ê Kobanê ji çeteyan re nehêlin.”
Çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji destpêkê ve hêza xwe dane ser eniya rojhilat, bi hemû hêza xwe ve êrîş dikin û dixwazin Deriyê Sînor ê Murşîtpinar bixin bin kontrola xwe. Lê her car çete rastî berxwedana bêhempa ya şervanên YPG û YPJ’ê tên û derbeyên giran dixwin. Çeteyên ku rastî derbeyên dijwar tên, her carekê ji bo ketina bajêr rêbazeke nû bi kar tînin.
Çeteyên DAIŞ’ê, 4 caran xwestin bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî çeperên şervanên YPG û YPJ’ê bikin, lê di her carekê de rastî mudaxeleya şervanên Kurd tên. Hate diyarkirin ku îro saet di 08:15 de, wesayîta bombebarkirî ku xwest êrîş bike, beriya bigihe hedefa xwe hate rûxandin û gelek xaniyên derdorê hilweşand. Hate diyarkirin ku bombeya li wesayîtê hatibû barkirin bi qasî çar ton bûn û ji ber teqîna mezin, ziyan gihişt xanî û kargehên derdorê.
Hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê, ji bo bidestxistina deriyê rojhilat êrîşên xwe zêde dikin û li hemberî vê jî berxwedana bêhempa ya YPG’ê berdewam dike. Şervanên YPG’ê li ber çeteyan bi xendek kolane, bi dîwaran û bendên ji hesinên wesayîtan nîşan dide ku ji bêderfetiyê derfetan diafirînin. Li serê her kûçe û kolanan şervanên Kurd bi cih bûne û li dijî DAIŞ’ê ji nişka ve çalakiyan li dar dixin.
Şervana YPJ’ê Jiyan dibêje : “Em ê Kobanê ji çeteyan re nehêlin. Me beriya her tiştê ev yek gotibû. Ev warê me ye û em ê biparêzin. Pêwîstiya me top û hêza kesekî tune ye. Lê em ê heta dawiyê li dijî yên ku çav berdane ser ax û warê me li ber xwe bidin.”
Şervana Kurd Jiyan da zanîn ku di saetên danê sibê de, çeteyên DAIŞ’ê dujînên bi Tirkî dane û got: “Dujîn digotin. Hemû bi Tirkî û Erebî diaxivin. Ev yek jî nîşan dide ka çete xizmetê ji kê re dikin. Ji destpêkê ve Tirkiye li dijî me şer dike. Lê di van demê dawiyê de Tirkiye bi awayekî fiîlî kete nava şerê li dijî me.”
Di şer û pevçûnên dijwar de, çeteyên DAIŞ’ê bi hewan û çekên din ên giran êrîş dikin. Di pevçûnên danê nîvro rû dan de, 4 çete hatin kuştin. Şervanên YPG’ê di çalakiya xwe de dest danîn ser B7’ek, 4 keleşnîkof, roketavêjek, gelek bombe û cebilxaneyan.
Her wiha, balafirên koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYA’Yê li eniya rojhilat du êrîşên hewayî pêk anî. Der barê encamên êrîşê de agahiyên zelal nehatine dayin.