Şervanekî YPG’ê li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest da
Şervanekî YPG’ê li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest da
Şervanekî YPG’ê li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest da
Li Taxa Şêxmeqsud Şerqî ya Helebê di encama topbarana hêzên rejîma Sûriyeyê de şervanê YPG’ê Mihemed Xelîl Îbradîm (19) jiyana xwe jidest da. Di topbaranê de 2 şervanên YPG’ê jî birîndar bûn.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê pevçûnên li Taxa Şêxmeqsûd Şerqî de daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di 19’ê Adarê de hêzên rêjêma Sûriyeyê hewldaye ku bi êrîşên tang û topan bikeve taxên kurdan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG’ê jî çend caran bersiva êrîşên hêzên rêjîmê daye û di encamê de kuştiyên rejîmê çêbûne.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku dema hêzên YPG’ê li Taxa Şêxmeqsud peywîra xwe bicîh di anî, hêzên rêjîmê bi topan êrîşî avahiyên sivîlan kiriye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama topbaranê de şervanê YPG’ê Mihemed Xelîl Îbrahîm ê bi nasnav Zinar jiyana xwe ji dest daye û 2 şervanên YPG’ê jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Mihemed Xelîl Îbrahîm di sala 1994’an de li gundê Koliyê yê girêdayî bajarê Efrînê ji dayik bûye û di sala 2012’yan de tevlî nava refên YPG’ê bûye.
Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku YPG dest ji taxên kurdan bernedaye û tu carî jî dest jê bernade û ev tişt hatin gotin: “YPG wê bi hemû hêza xwe li hemberî êrîşan raweste. Her wiha riyên ketin û derketina taxên kurdan hîn di bin kontrola me de ne û em soz didin gelê xwe ku emê bi hemû hêza xwe li dijî êrîşên siyasî û leşkerî yên li dijî îradeya gelê me derkevin.”