Şervanê YPG'ê Yildirim li Bedlîsê bi girseyî hat pêşwazîkirin
Şervanê YPG'ê Yildirim li Bedlîsê bi girseyî hat pêşwazîkirin
Şervanê YPG'ê Yildirim li Bedlîsê bi girseyî hat pêşwazîkirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Behzat Yidirim ê di şer û pevçûnên Kobanê de jiyana xwe ji dest da dema dibirin Xîzanê li Bedlîsê ji aliyê hezaran ve hat pêşwazîkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Kanî Xerzan ê li Kobanê di şerê di navbera hêzên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ de birîndar bû û di Deriyê Sînor ê Murşîtpinar anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûs û li wir jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî ya Riha malbatê cenaze ber bi Xîzana Bedlîsê derxist rê.
Karwanê cenaze danê şevê ku gihişt Bedlîsê li devera Ava Weqfê ya ketina Bedlîsê de cenaze ji aliyê hezaran welatiyan ve bi dirûşmayên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Konanê", "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin. Cenaze ji wir jî bi karwanekî sedan wesayîtan ber bi Xîzanê ve hat rêkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Behzat Yildirim wê danê nivro piştî merasîmekê li Şehîdgeha Xerzan bê defnkirin.