Şervanê YPG’ê yê Ereb jiyan xwe ji dest da

Şervanê YPG’ê yê Ereb jiyan xwe ji dest da

 Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Îlyas Yasîn El-Şêxa ku diêrîşên koma çete ya li Taxa Nasra ya Hesekê debirîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê El-Şêxa li gundê Bêzara ya Hesekê spartin axê.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku şervanê wan Îlyas Yasîn El-Şêxa ku ji eşîra Mimara ya Ereb e, pêr di êrîşên koma çekdar a li hemberî benda kontrolê ya  YPG’ê de birîndar bibû û duh jiyana xwe jidest daye.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku şervanê wan Îlyas Yasîn El-Şêxa bi berxwedana xwe ya li dijî hevkarên rêjma Bass biratiya di nav Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên herêmê de  nîşan daye û bûye mînaka jiyana hevbeş.

Cenazeyê El-Şêxa li gundê Bêzara yê girêdayî Hesekê bi girseyî spartin axê.