Şervanê YPG’ê Velî Yaşar li Dîlokê hat oxirkirin
Şervanê YPG’ê Velî Yaşar li Dîlokê hat oxirkirin
Şervanê YPG’ê Velî Yaşar li Dîlokê hat oxirkirin
Bi hezaran welatiyan, cenazeyê şervanê YPG'ê Veli Yaşar ku di şere li Kobanê li diji DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Dîlokê spartin axê.
Şerê li Kobonê yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê di roja 28'an de berdewam dike. Şervanen YPG/YPJ'ê li Kobanê 28 roj in li dijî çeteyên DAIŞ'ê şerekî dirokî dimeşîne. Şervanên YPG'e ku di şer de jiyana xwe ji dest didin ji aliyê hezaran kesan ve tên definkirin. Cenazeyê şervanê YPG'ê Veli Yaşar (Cemil Kendal) ku li Kobanê li gel 13 hevalen xwe ji yana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Cenazeyê Yaşar di saetên sibehê de ji Rihaye anin Dîlokê. Karwanê cenaze destpêkê di ketina Dîlokêde ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Piştî hevdîtina di navbera polîs û HDP'îyan de cenazeyê YPG'ê Yaşar birin Mizgefta Bahattin Nakiboglu. Piştî wecîbeyên olî û rêzgirtinê girsê darbesta cenazeyê şervanê YPG'ê Yaşar danîn ser milan û bi sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana YPG'ê" û " Kobanê dê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" meşiyan. Girseya ku bi sloganan heta Goristana Esrî ya Dîloke meşiyan alên PKK'ê û wêneyên şervanê YPG'ê Yaşar rakirin. Bi hezaran kesan nêzî nîv saetê darbest li ser milê xwe kirin û heta goristanê meşiyan.

Di merasîma cenaze de xizmên şervanê YPG'ê Yaşar ji ser hişê xwe çûn û welatî hestiyar kirin. Piştî definkirinê Bav Muslum Yaşar, anî ziman ku kurê wî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê gelê xwe parastiye û ew jî wê di rêya kurê xwe de bimeşin. Yaşar bang li hemû gel kir ku li nasname û nirxên xwe xwedî derkevin. Yaşar pişti axaftinê ji ser hişê xwe çû.
Serokê DBP'ê yê Dîlokê Bedran Fermanoglu, jî bang li hemû kurdan kir ku li Kobanê xwedî derkevin. Girse piştî merasîmê meşiyan mala sersaxiyê ya li Tesîsên Civakî ya Taxa Kocatepeyê.
