Şervanê YPG’ê Şakar li Wanê aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Şervanê YPG’ê Şakar li Wanê aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Şervanê YPG’ê Şakar li Wanê aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Li Wanê cenazeyê şervanê YPG'ê Azad Şakar (Erdal Wan) ku şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hezaran ve bi merasîmekê hate definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Azad Şakar (Erdal Wan) ê li reya Wan û Artemête de bi sedan kes bi konvoyê ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Şakar bi beşdariya bi sedan wesayîtan ve birin li Taxa Karşiyakaya Wanê. Li wir cenazeyên Şakar welatiyan li ser milan û heta goristana Karşiyaka meşiyan. Girse bi dirûşmayên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG", "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin û alên PKK, YPG, KCK, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şervanê YPG'ê Azad Şakar hatin hilgirtin. Di meşê de polîsan bi helîkopterê girse şopand. Di meşê de rêveberên DBP, HDP, MEYA-DER’ê û Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê û navçeyan tevlî meşê bûn.
Cenazeye Şakar ji aliyê dehezaran ve anîn goristanê û bi duayan definkirin. Cenazeyê Şakar hate definkirin û piştre ji bo Şakar rêz hate girtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Serokê DBP’ê ya Wanê Musa Îtah axaftinek kir û diyar kir ku bi saya şehîdan îro Kobanê û Kurdistan azad bûye. Îtah da zanin ku “Şakar di temenê xwe yên yên ciwan de têkoşîn kiriye û ew têkoşîna wî îro li Kobanê bi ser ketiye.”
Pişt axaftina Îtah, bavê şervanê YPG'ê Bahdin Şakar axivî. Şakar diyar kir ku saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPG û PKK bûye mertalê azadiyê, bûye gelê serkeftinê. Şakar anî ziman ku dema kurê wî şehîd ketiye li ser wî de tîzbiyek û çikolateyek derketiye û ew nîşanî welatiyan da û wiha berdawam kir: “Dema kurê min şehîd ket, tenê li ser wî de tizbiyek û çikolateyek derket. Bila gelê Kurd baş zanibe, kurê min tenê ji bo gelê Kurd têkoşiya û şehîd ket.”
Piştî merasîma cenaze, welatî çûn konê sersaxiyê û ji malbatê re sersaxî xwestin.