Şervanê YPG’ê ji aliyê hezaran ve hate defin kirin
Şervanê YPG’ê ji aliyê hezaran ve hate defin kirin
Şervanê YPG’ê ji aliyê hezaran ve hate defin kirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Îsa Selah Gulo (Sebrî Gulo) ku di êrîşa komên çete ya şevê din de li Amûdê jiyana xwe jidest dabû, ji aliyê hezaran kesan ve li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.
Cenazeyê Îsa Selah Gulo ku şevê din anîn Mizgefta Qasimo, îro di saetên serê sibehê de birin mala malbata wî ya li Taxa Hilêliyê. Cenaze piştî lênêrîna dawî ya malbatê dîsa anîn Mizgefta Qasimo. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Gulo ji aliyê sedan kesan ve ber bi goristana Şehîd Delîl Saruxan a li Taxa Meyselun ve hate birêkirin. Di merasîma ku ji bilî malbata Gulo rêveberên saziyan, meclîs û malên gel jî tevlî bûn de, wêneyên şervanê YPG’ê Gulo hatin vekirin û sloganên dilsoziya bi YPG’ê re hatin qîr kirin.
Li gel hewayê gerim jî bi hezaran kes bi meşê cenazeyê Gulo di nava kolanên bajêr re birin goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li taxa Meyselun a Qamişlo. Li goristanê Merasîm hate lidarxistin. Merasim bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Nûrî Ebû Bekir axivî û êrîşên komên çete şermezar kir. Di merasimê de li ser navê malbata şervanê YPG᾿ê Sebrî Gulo, Îbrahîm Gulo axivî û destnîşan kir gelê Kurd dê dev ji xeta xwe ya azadiyê bernede.
‘BI BERXWEDANA YPG-YPJ’Ê ROJAVA ARAME’
Merasim bi axaftina Endama Desteya Bilind Ilham Ehmed dom kir. Ehmed di axaftina xwe de bal kişand ser rola şehîdan di parastina nirx û deskeftiyên gelê Kurd de û ev tişt got: “Gelê Kurd di qonaxeke dîrokî re derbaz dibe, bi armanca parastina nirx û deskeftiyên gelê Kurd YPG û YPJ gelek egîd dane û hîn didin. Di encama berxwedana wan de niha herêmên Rojava aramin û hemû gelê Sûriyeyê vê ji xwe re dike mînak. Şervanê YPG᾿ê Sebrî Gulo jî yek ji van egîd û lehengane ku tevlî nav refên şehîdên gelê Kurd ên ku bi destê îxanetê jiyana xwe jidest dane bû.”
Endama Desteya Bilind Ilham Ehmed di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku, gelê Kurd di qonaxa derbazbûyî de karîbû destkeftiyên mezin li ser asta navnetewî bidest bixe û bihêle hemû cîhan hebûna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê qebûl bike û ev tişt got: “Ji bo ku gelê Kurd deskeftiyên xwe biparêze pêwîste yekîtiya xwe avabike, hemû mafên xwe bidest bixe û xweseriya demokratîk pêk bîne.
Piştî axaftinan, nasnameya şervanê YPG᾿ê Sebrî Gulo ji aliyê Dicle Gulo ve hate xwendin û girseya qelebalix cenazeyê şervanê YPG᾿ê Sebrî Gulo spartin axê.