Şervanê YPG’ê Elter li Mehmûdî hat defnkirin

Şervanê YPG’ê Elter li Mehmûdî hat defnkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Firat Elter (Umut Welat) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Panemêrg ê navçeya Mehmûdî ya Wanê bi merasîmeke girseyî hate definkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Firat Elter (Umut Welat) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Rihayê hate wergirtin û ber bi navçeya Mehmûdî ya Wanê ve derxistin rê. Cenazeyê Elter li navçeya Farqînê ya Amedê ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin û serê sibê li navçeya Westanê ya Wanê bi girseyî û dirûşmayên, "Qatîl DAIŞ hevkar AKP" û "Kobanê wê ji DAIŞ'ê re bibe gor" hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Elter li vir bi karwanekî qelebalix ber bi gundê Panemêrgê yê navçeya Mehmûdî ve derxistin rê. Ji bo Elter li gundê Panemêrg ê navçeya Mehmûdî bi tevlîbûna hezaran kesan merasîmek pêk hat. Di merasîmê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Elter hatin vekirin. Serokê Rêxistina DBP'ê yê Wanê Musa Îtah, hevşaredarên Qelqelî, Mahmûdî, Bêgirî, Şax û Artemêtanê, rêveberên DBP, MEYADER, Dayîkên Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tevlî merasimê bûn.

Piştî nimêja cenazeya ya li mizgefta gund hate kirin darbesta Elter ber bi goristana gund ve li ser milan birin. Cenazeyê Elter bi dirûşmayan hate definkirin.

Piştî karên definkirinê girse bi dirûşmaya, "Kobanê wê ji DAIŞ'ê re bibe gor" belav bû.