Şervanê YPG’ê Çoban hat defnkirin

Şervanê YPG’ê Çoban hat defnkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Abdullah Çoban (Zemanî Xerzan) ê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li "Şehîdgeha Xerzanê" ya li nêzî Olekê ye hat definkirin.

Şervanê YPG'ê Abdullah Çoban (Zemanî Xerzan) ê li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, cenazeyî wî hêla malbata wî ve li Pirsûsê hat wergirtin. Malbatê Çoban ji bo cenazeyê zarokê xwe defin bike, ber bi Bedlisê bi rê ket. Bi sedan welatî cenazeyê Çoban li Ava Weqfê pêşwazî kirin û ber bi Xîzanê ve bi rê ket. Cenazeyê Çoban li Xîzanê ji hêla hezaran kesî ve dirûşma "Bê Serok Jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Kobanê" hat pêşwazîkirin û birin Mizgefta Navendê ya Xîzanê. Cenaze bi nêzî hezar wesayîtan ber bi goristana "Şehîdgeha Xerzanê" ve hat şandin. Li nimêja ku li "Mizgefta Şehîdan" hat kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê bavê wî Şemsettîn Çoban axivî. Çoban kesên tevlî cenaze bûne spas kir û ev tişt anî ziman: "Kurê min şehîdê gelê Kurd e. Ez di wê baweriyê de me ku têkoşîna kurê min wê bidome û ez soza ku xwedî li têkoşîna wî derkevim didim."

Parlamenterê HDP'ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu jî got ku AKP destekê dide çeteyên DAIŞ'ê û wiha axivî: "Ji ber ev dewleta bêhiqûq Kobanê îro ketiye vî halî. Divê ev yek baş were zanîn"

Cenazeyê Çoban bi xwendina duayan li goristanê hat definkirin.